geştêk

Li pirtûka:
Řengaɫe
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 2 Xulek  804 Dîtin
yekşemmeye
cadekanî řû le baxî «hîro sitro»
cût cût diłdar heł’efřênin
bo ahengî dway nîweřo.
«hîro sitro»y şajnî gişt
baxçekanî nêw «boxarist»
le çwar lawe
dergay sewzî mîwandarî
wa leser pişt.
daristanî sinewberî
nîwe hetaw
nîwe sêber.
şewqanewey fwarey awî
ber tîşkî xor
çîmenî teř.
dengî bandî mosîqayek
şepolî «ba» řay’ejenê,
carêk wekû bigrî waye û
carêkî tir pê’ekenê,
tezûy fênk
be derûn û gyanda dênin
etdene dem xozgey fiřîn
bał pê girtin.
be ser şeqamî berdiřêjda
cê, cê, teřî baranawîy
hêdî hêdî wa eřom û
řûm kirdote gomî çawî.
hełřiwanînî řojhełatîm bo dewrupişt
hengawî xaw
awřî zor, ḧepesan û
şan le şan dan
êstî nakaw!
- ey firîştey buxaristî
bibûre lêm
yekem care
kewî ’umirim
xoy le qefez derbaz bika û
azad bifiřim.
lem geşteda çawî birsîm
le çend şoxî nazdar bibiřim?!
be kamêram lêre û lewê
çend dîmenî şîrîn bigirim?!
her eřom û «hîro sitro»
qołî şî’rî le qołmaye
her eřom û bonî kiç û
şeqamî guł dwayîy naye.
lem pêçeda peykerekey
serî «gorkî» emwestênê
wa şemałêk bonî bizey
simêłî ew bo min dênê.
lew pêçeyşda «maykofsikî»
tewêł panî, qij ałozkaw
leser sekoy konkirêtîy
řawestawe
řû le hetaw .
le nawenda «îmnîskî»
destî çepî bo hewarê
řakêşawe
ke serbestîy
řeşmałî xoy tya hełdawe .
îmînîskî!
ey lûtkekey
mangî şî’ir le ser kirdû .
ey be xołî řomanya
çawî wişe û behre řiştû .
ba ber lewey têpeřim û
«hîro sitro» becêbêłim
serî şî’rî biçûkî xom
leber demta danewênim .