řeşeba
Li pirtûka:
Řengaɫe
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
2 Xulek
1382 Dîtin
- 1-
be «kenfanî»m wit:
wişey bałindet le bêşey çiřî
endêşetewe hatote derê û
ewa êstake hemû asman û
dengî hetawî taze hełhatûy
wiłatî xorî bestote bałî û
le çawî xoyda
herçî serincî şepolekane
koy kirdotewe.
cêgayek nîye
ke cêy qewarey koçî wişey toy
têda bêtewe
zemanêk nîye
ke xoşewîstîy wişey şehîdtî
le bîr çêtewe!
wişey bałindet leser dirextî
namoyîy hejar
hêlane eka û leser çiłî giř enîşêtewe.
katêkîş wişey bałindet efřê
sinûrêk nîye le hełfiřînya
neysiřêtewe!
ewîş pêy witim:
wişey bałindem awa bê îtir
çon małî ekirê û egîrêtewe.
çon małî ekirê û egîrêtewe! - 2-
lenaw şirîxey çexmaxeda bû
ke towî dengim
kird be ser kêłgey temî wişewe
katêkîş werzî serhełdanî ew
hat bepîrmewe
bînîm pełe deng
le temaşata sewz ekatewe.
le temaşata cogeley řistem
awêneyeke lebnî řûnîya etxiwênêtewe.
le temaşata her birjangêkit
ebête nûkî xamey şa’îrê û
leser lapeřey pêłûy çawanit
wek hezar hełbest
emnûsêtewe û emnûsêtewe. - 3-
berbeyan girya
katê gwêy lê bû
wa řeşebayek le lepî destî
zibir û tûřeya
gułî wişeyek heł’ewerênê û
berew gořîçkey bapêçî eba.
giryan pêkenî
katê ke bînî
firmêskî wişey
be diłî berda eçête xwarê û
çiray jûrserî
çya heł’eka!
be «kenfanî»m wit:
wişey bałindet le bêşey çiřî
endêşetewe hatote derê û
ewa êstake hemû asman û
dengî hetawî taze hełhatûy
wiłatî xorî bestote bałî û
le çawî xoyda
herçî serincî şepolekane
koy kirdotewe.
cêgayek nîye
ke cêy qewarey koçî wişey toy
têda bêtewe
zemanêk nîye
ke xoşewîstîy wişey şehîdtî
le bîr çêtewe!
wişey bałindet leser dirextî
namoyîy hejar
hêlane eka û leser çiłî giř enîşêtewe.
katêkîş wişey bałindet efřê
sinûrêk nîye le hełfiřînya
neysiřêtewe!
ewîş pêy witim:
wişey bałindem awa bê îtir
çon małî ekirê û egîrêtewe.
çon małî ekirê û egîrêtewe!
lenaw şirîxey çexmaxeda bû
ke towî dengim
kird be ser kêłgey temî wişewe
katêkîş werzî serhełdanî ew
hat bepîrmewe
bînîm pełe deng
le temaşata sewz ekatewe.
le temaşata cogeley řistem
awêneyeke
le temaşata her birjangêkit
ebête nûkî xamey şa’îrê û
leser lapeřey pêłûy çawanit
wek hezar hełbest
emnûsêtewe û emnûsêtewe.
berbeyan girya
katê gwêy lê bû
wa řeşebayek le lepî destî
zibir û tûřeya
gułî wişeyek heł’ewerênê û
berew gořîçkey bapêçî eba.
giryan pêkenî
katê ke bînî
firmêskî wişey
be diłî berda eçête xwarê û
çiray jûrserî
çya heł’eka!