gułałe

Li pirtûka:
Geşey Ewîn
Berhema:
Jîla Ḧiseynî (1964-1996)
 1 Xulek  654 Dîtin
nîgat şoxe
wekû çawî kanî û perî tirîfey dê
hênde tînûy ew çawanem
katê zanît şewe nawêk
wek birûske hatim bo lat
ca ew sate dem enême kanîy çawit
tînûyetîy xom eşkênim
destê beser pirçî xawî wek hewrêşmita ehênim
gułałe gyan
be sîmata cwanîy daykim
be hêmnî û nîgakanta
xoşewîstî bê’encamî bawkim bîr dêtewe
boye wekû tînûy ber aw
her tamezroy nîgakantim.