ey ’aşiqe lût berzeke

Li pirtûka:
Geşey Ewîn
Berhema:
Jîla Ḧiseynî (1964-1996)
 1 Xulek  1231 Dîtin
řoyştît û
wat ezanî
ledway to řoj nabêtewe
hewrî taset
le asmanî şî’rekanim naçêtewe?
xotit be çî hate berçaw?
tîşkî hetaw?
fênkayîy aw?
hîçyan nebûy
boye zewîy xoşewîstîm
bebê toş her piř behreye
demî şî’irim pir xendeye
ey ’aşiqe lût berzeke
diłnyam ger
carêkî tir řêt bikewête em nawe
leber girşey pêkenînma xot nagrî
leber çawî ḧepesawî bêbezetda
ew jiney wa diłît ekird be jêrsîẍar
çiray çawî hîwakanî dagîrsawe û
le dûrîy to qed nagrî.