çen gileyî

Li pirtûka:
Geşey Ewîn
Berhema:
Jîla Ḧiseynî (1964-1996)
 1 Xulek  660 Dîtin
xoşewîstîm kitêbê bû
pir le tase û xozge û hîwa
dwa lapeřey xewnekanim tya maç kird û
dame destit
bełam to wek xwêndiwarêkî bêtaqet
yek dû fesłî seretayît lê xwêndewe
îtir bestit
leser řifey yadekanit
tozî xem û bîrçûnewey lê nîştuwe.
***
xoşewîstîm
dirextê bû, heta ehat
xaşekanî be xakî ’eşqa řo eçûn
liq û poşî serî le asman gîr ebû
lew kateda
amêzî bo melî mandûy tasekanit egirtewe
ney’ezanî to nwênerî řeşebayekî bêbezey
legeł xota hewałî xinkanit pêye
***
to nûserî zam û xendey em serdemey
çawî hîwam tê biřîbûy
bełkû le boçûnim bigey
keçî toyş wek bapîranman
leser řeş û kałî nîgakem řoyştî û
perdey xemekeşimit nedî
ke çon çonî
bote mezarî sed tase
***
ay hawřêkem
heta key min be nwênerî
jêr destełatî û namoyî
be nwênerî firmêsk û nałên ezanî
be biřway to
katî ewe nehatuwe
çawekanim wekû pencerey ser mêşkê
pir le tase bizanît û
perdey ser řazekey ladey?!