lûtke

bo hełebce
Li pirtûka:
Geşey Ewîn
Berhema:
Jîla Ḧiseynî (1964-1996)
 2 Xulek  877 Dîtin
«dîsanewe motey dujmin be pêkenîn
çawî hîway guł eşorê
dîsanewe destî řeşî kîmyawî xoy
be řûmetî şaxda dênê
dîsanewe, qat û qiř bû bize û kenîn»
***
kame zamit xoş kemewe
ey xuşke dił sûtawekem
be kam ziman bitdiwênim
ho dayke cerg biřawekem
pirçî ałozî serşanit be kam şane dabhênim
xem û taset, bekam lawik û kam hore bilawênim?!
***
ey xuşkekem
tołey ewînî sûtawit
dar û berdî zewt kirawit
be kam kêrdî dem xwênawî bo bisênim?
eme yekem carî nîye
ke em gurge dem xwênîne
derûnî wik jûrî şêdar
şîrî ser milî řûtełe û hejar
daykî dêwî nezanîn û hełe û firîw
dêt û tîtil û bîbilNava taybet exwat
şîrî memkey şax wişk ekat,
bize û şadî le daristan
le çîmen û dar û berd û řûbar edzêt
her wekû diz, wekû cerde!
ser řêga be behar egrêt.
***
ey xuşkekem
ho awarey wiłate ser şikawekem
deyan şewe şî’rekanim, wek minałêkî zor birsî
memkey wişkî xak heł’emjin
deyan şewe mom û pênûs û jûrekem manyan girtuwe
deyan şewe, xew le çawim nekewtuwe
bełam... bełam
satê nîye xom nebînim be lûtkewe
xemekanim nedem bedem birûskewe