xewn

Li pirtûka:
Zewî Sext û Asman Dûr
Berhema:
Marif Aẍayî (1966-1998)
 1 Xulek  1532 Dîtin
lem mêjuwe piř dûkełe,
çon dûkełî mał sûtan û topbaran û kîmyabaran
 
lenêw em řûbare lêłe,
çilon aw û firmêsk û xwên,
le yek cya dekeytewe?
 
to lenêw xewnî jyanda dexulêytewe!