demêke bênewa û nałem eman sa hîmmetê ba bê

Li pirtûka:
Hewargey Diɫan
Berhema:
Seyd Tahîr Haşmî (1915-1991)
 2 Xulek  710 Dîtin
demêke bênewa û nałem eman sa hîmmetê ba bê
nepşikût ẍunçekey dił ba nesîmî řeḧmetê ba bê
dexîle ẍewsî e’zemNava taybet min zelîl û zar û meḧzûnim
demî ba ’îzzî lutifit bo nemanî zîlletê ba bê
diro ya řas be kelbî qapyekey to xom edem nîsbet
demaẍî dił zukame dey şemîmî nîsbetê ba bê
zebûnî seyterey řezłî xebîsî xayînî dûnim
lelayen towe xoşe carê samî setwetê ba bê
geday dermałî tom ḧeyfe be her nakes pena bênim
şeha řeḧmê be ḧałî diłḧezînî meynetê ba bê
le řencî dehrî dûn dił bote berdî cê hewarî ẍem
be to haname hana şor û wecd û ḧałetê ba bê
perasûm wird û hanî berdî cewrî destî eẍyare
leber payî diłim qurban becêye şîfqetê ba bê
eto beḧrî kerem min beşbiřawî dîn û dinya xom
be qurbanî segî asaneket bim qîsmetê ba bê
nemawe ḧurmet û mecd û wiqar û şewket û zorim
perêşanim, giriftarim, hejarim, ře’fetê ba bê
penay dermałî toye lem zebûnî û xwarîye tahîrNasnava edebî
şehenşay ewlya firyařesê be ’îzzetê ba bê