diła ta key le bîrî çawî mest û lêwî meygûnî

Li pirtûka:
Hewargey Diɫan
Berhema:
Seyd Tahîr Haşmî (1915-1991)
 2 Xulek  717 Dîtin
diła ta key le bîrî çawî mest û lêwî meygûnî
bese îtwarî ferhadî, bese exlaqî mecnûnî
beser nêşî bijangit bêstûnê ger lebin bênî
we ya piř key le weḧşî .. wiłatî necd û deşt û hamûnîTeksta ne aşkira
eger lat û geday kûçey hejarî û bêneway dewrî
eger sîddîqî saḧîb şewket û bextî humayûnî
henaset ger lebin bênê řey û elbuzî zor berzî
we ya firmêskî to dagîr bika xařezim û ceycûnî
eger şî’irit kesad ka beytî nalî û kurdî û meḧwî
eger kanî fesaḧet, beḧrî me’na, hewrî mezmûnî
hejar û namurad û dûr le dîn û danş û hoşî
xizaw û beşxuraw û bê des û miskîn û meftûnî
mezacit têkçuwe hênde mezace ḧasłî jînit
kelamit la ke małe hênde keçřeftar û warûnî
henaset bopřûzî ’alemî dagirtuwe û pestî
le tałet şu’le her ta asman řoyîştuwe û dûnî
beřastî qametî îxlas û sîdqit ’eynî wek elfe
keçî bo sadî ’eynî mehřûxan wek lam û wek nûnî
beharî newciwanît têpeřî û zistanî pîrît hat
keçî bo karî ’uqba lêłî û bo dehrî dûn řûnî
be yek xende û nîga şîrîn, be yek ’îşwe û cefa tałî
be yek naz û sefa swêrî be yek ẍemze û hera tûnî
be nadanî beserçû ’umrî to û netzanî nadanî
binî tûnî nefamî cête, lay xot wek felatûnî
derûnit defterî zûxaw û dax û derdî hîcrane
wekû lale derûn daxî, wekû ẍunçe cigerxûnî
le afatî mecazî têpeře ger bazî teḧqîqî
heta key kotrî pêçû xemî edwarî gerdûnî
bebê çûn û çira tahîrNasnava edebî mekanit ewcî ’ulyaye
eger wek pakbazan dił be yadî zatî bêçûnî