ey metle’î cebhet şefeqî subḧî cwanî

Li pirtûka:
Hewargey Diɫan
Berhema:
Seyd Tahîr Haşmî (1915-1991)
 1 Xulek  674 Dîtin
ey metle’î cebhet şefeqî subḧî cwanî
ey maçî dû lêwit semerî nexlî emanî
zułifit beşken řojî řeşî zahîrî ’aşiq
çawit be fîten ẍaretî esrar û me’anî
sûney nefest wek nefsî badî beheştî
ya nefḧeyî îxlasî biray gyanî be gyanî
hajey ẍezebit wek lehebî narî ceḧîmî
ya ḧîle û mekir û deẍełî dostî zibanî
bûme hedefî bê sebebî tîrî melamet
to xoş be legeł ’îşweyî ebrûy kemanî
lew çeşmeyî noşe hemû zehrawe nesîbim
lem zehreye min tałe demim ya le nezanî
min bûme kucarî řeşî cêmawî hewaran
ax bê kese qał û tereb û wecd û eẍanî
’umrêke exom řencî diro û we’d û ferîbit
lakin legeł ew nakese bû ḧetmî û anî
wam zanî wekû kêwe wefa û sebir û sebatit
nemzanî exoy gołî qisey mufsîd û canî
ya xwa bibiřn zwanî lebnida be zelîlî
wa tahîrNasnava edebîy xiste ẍemî êware û beyanî