keçnezer duẍił û deẍeł mîslî yekin lakin be řeng
bo xwalêxoşbû şêx miḧî aldînî amozam
Li pirtûka:
Hewargey Diɫan
Berhema:
Seyd Tahîr Haşmî (1915-1991)
2 Xulek
1044 Dîtin
keçnezer duẍił û deẍeł mîslî yekin lakin be řeng
me’nîyan ferqî heye dûr û dirêj wek ab û seng
gyanekem duẍiłim nwîsa nek deẍeł ’aciz mebe
qesdî min şoxî guzeşte û dił mehêne to be teng
to deẍełbazît legeł min nebwe ẍeyrî řastî
řû le to çerxandinim nabê eger lêm dey xedeng
kake gyana ger depirsî ta ke duẍłît bo biłêm
dey lemewla feřq bixey duẍił û deẍeł bê qał û ceng
mamełey mayn bihêne ber nezer ta tê bigey
boç be duẍił û ’aczim zanît ’ezîzî şox û şeng
katî bey’ û mamełe min duẍił û to dił şadman
min perêşanî be pê pyawřoyn û dił piř le jeng
to sirûrit bo swarî û qîr û qac û gałegał
min xemim bo pyadeřê tey kirdin û bo lengeleng
to demaẍit piř nîşatî řojî řimbazî û şikar
min diłim piř meynetî mayn nedan û sengeseng
to serî piř şořşî řojî mesaf û katî řezim
min ẍemim bû, pêpyaw çon lêm exêzê zerb û çeng
her dû bem destûre bûyn takû leyek cwê bûynewe
to mufeřřeḧ min perêşan to wekû gîw, min peşeng
’aqîbet wextê peşîman bûytewe hatîtewe
lêwbebar û duẍił û ’aciz derdedar û ze řidreng
qesdî min bo ḧerfî dal û ẍeyn û lam em qîsse bû
nek ḧikayatî deẍełbazî û şerûrî û dengedeng
xot ezanî min le te’sîrî diłe wa şa’îrim
maylim daym be sewtî xoş û neẍmey saz û çeng
kuncî azadîm dewê û dîdarî yarî nazenîn
nek şehenşahî wiłatî çîn û japon û fereng
dił esîrî dawî ẍeddarêke bê daney wîsal
êste wek asin le kuncî sîneda girtûye jeng
wesłî şîrîn ger leboy desda çi ẍemye kohken
xusrew er ’alem bika piř tîşe û tewqułeng
meqsedim ey kake miḧîy aldîn beyanî duẍił bû
boye neqşî namekem kirdî be eş’arî qeşeng
werne tahîrNasnava edebî derbeder kewtûy wiłatî danşe
gerçî ewsake edîb bû êste nadan û debeng