diłberim ser sipêrî mîhir û wefatim

Li pirtûka:
Hewargey Diɫan
Berhema:
Seyd Tahîr Haşmî (1915-1991)
 1 Xulek  750 Dîtin
diłberim serispêrî mîhir û wefatim
gerçî her pê le bendî cewr û cefatim
ger legeł min wefat le katî wefate
min be dił çawenwařî katî wefatim
be ḧeyatî ebed degem ke be destit
bimkujît û bibê le ẍusse necatim
ser be sergerdî qametî wekû serut
gyan be qurbanî řûmetî be sefatim
her nî to dił le seng û pak û letîfî
emnîş badewam û sebir û subatim
min be dem řiqme lêt û řoḧe ẍulamit
to be dił řiqte lêm û gyan be fîdatim
tahîraNasnava edebî mujdeyê le le’lî nîgarim
kafîye bo dewamî jîn û ḧeyatim