ey bira basî min û řencî fîraq

Li pirtûka:
Hewargey Diɫan
Berhema:
Seyd Tahîr Haşmî (1915-1991)
 1 Xulek  762 Dîtin
ey bira basî min û řencî fîraq
bwete watey hemû erbabî wîfaq
diłî sûtawe be ḧałim hemû kes
ẍeyrî bê tirs le xuda û ehlî nîfaq
bew biroy cûte ke her wek taqe
mam le hoş û xîred û taqet taq
bew dû lîmoye ke bîmarî ẍemim
degrîn cumle be ḧałim ’uşşaq
bew dû çawane ke şeyday etom
ba biken lome û tanem afaq
to hemû kasî meramit be murad
min wekû kaseyî xałî wiř û waq
zaqe çawim ke çî tahîrNasnava edebî řoyî
men lya lamîhî sidrî qid zaqErebî