le derdî cewr û ẍem haname hana

Li pirtûka:
Hewargey Diɫan
Berhema:
Seyd Tahîr Haşmî (1915-1991)
 1 Xulek  900 Dîtin
le derdî cewr û ẍem haname hana
le hîcrî diłberî bê tame hana
nîhalî arezûm bê awe hawar
be wişkî katî hełkenyame hana
le dinyada eto bûy şadmanîm
le daxî meynetî dinyame hana
çwarde sałe hîway wesłî bałat
xeyał û wêrdî ta êstame hana
îdî kełkî nema ’umrî dirêjim
ewa destî le to kotame hana
cwabî mergî xom bîst û nelexşam
ḧeyatî wesłeket hîwame hana
eto key layqî bezmî xesan bûy
qisûrî bextî nazêbame hana
eto xo askekey herdey diłim bûy
çilon pêt gîrî ḧełqey dame hana
îdî bo min wîsałit ey ’ezîzim
temay pûç û xeyałî xame hana
eto şîrîn û min ferhadî meḧzûn
le tîşey cewreket firyame hana
wekû tahîrNasnava edebî be tîrî te’nî nakes
diłim řêş û derûnim zame hana