gerdin

Li pirtûka:
Mêrgî Zam Mêrgî Hetaw
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 1 Xulek  459 Dîtin
gerdinî şî’rê
gerdinî daykim
gerdinî wiłat
hewrim pêçaye yekemyan
bû be heftey awaz barîn
’umirim pêçayewe duwemyan
bû be mangî ewîn barîn
mêjûm pêçaye sêhemyan
bû be sałî
xembarîn û
zambarîn û
şehîdbarîn!