giftugoyekî sakar

Li pirtûka:
Mêrgî Zam Mêrgî Hetaw
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 1 Xulek  409 Dîtin
le bazařda
le mêrdimnidałêkim pirsî
- nuqiłit ewê yan şî’rêkî
tirş û şîrîn!
-nuqił
«kirêkarêk serî hênabuwe pêşewe»
«dem û çawî her le pencekêşî eçû»
- ey to namîlkeyekî syasî taze û germ
yan kulêreyek le demî mirdû sarditir?
- kulêreyek.
-ey to dayke řeşpoşeke?
agirdan û nêłe nêłî tendûrî naw
peyřewî hemû ḧîzbekan!
yaxud tenekeyek newt?
- newt.. newt!
dwayî be hersêkyanim wit:
nuqłî tał û
sermay tał û
nanî tał û
awî tał û
yaxud ’ezya û çawî be’is û
pêkenînî «ebu neda» ?!
«wextê lêyan wird bûmewe»
wekû birsîyetî girj bûn
wekû bazař sard bûnewe û
bedem řoyştinewe wityan
- biłê merg û zehrî mar û
her ewan na!