kilîl û derga

Li pirtûka:
Mêrgî Zam Mêrgî Hetaw
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 1 Xulek  1075 Dîtin
dergay genim
dergay şekir
dergay şax û
dergay deşt û
dergay zamman
wekû sirûdî «ey řeqîb»
hî ew xełken!.
bełam kilîl
hemû hemû kilîlekan
wan le gîrfanî şerwałî
dize qaremanekanî kurdistanda!!