jeneřał

Li pirtûka:
Mêrgî Zam Mêrgî Hetaw
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 1 Xulek  626 Dîtin
ey jeneřałî pîrełok
ew řojey to le berok û le gîrfanî
naw zaxoda bom egeřêy
min ewkate lenaw gerûy dersîm dam û
bûm be tîşk û
bûm be bahoz.
ey jeneřałî pîrełok
ew şewe toyş
le małekanî dersîmda bom egeřêy
min ewkate wekû hewr
çûmetewe
çyay cûdî û
bûmetewe
be baran û be birûske û
be hełokey agirî newroz
ey jeneřałî pîrełok!.