řasparde

Li pirtûka:
Mêrgî Zam Mêrgî Hetaw
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 1 Xulek  980 Dîtin
dwênê şeqamê pêy witim:
ebim be tabûtî hetaw
ebim be kelebçey destî guł û
ebim be řîze gwêzanî jêrpyê behar
ebim be řûbarî giř û
be xełûzî xewnî êwe
ger řê biden carêkî tir
şimşêrekey kuřî «’oce»
bêtewe şar.
le małeweyş nan pêy witim:
ebim be tełaş û be berd
ebim be xoł
ebim be parûy mangirtû
ebim be tîkey giryawu
be quřquşim
be quřgitana naçme xwarê
ta çawêkî be’syanem lêwe dyar bê.
emřoyş defterê pêy witim:
ebim be kifnî qełem û
faqey ḧerf û
be gořistanî gizing û
be zîndanî înfîradî bo estêre
ger řê biden carêkî tir
kełbekanî qadsîye û
qe’qa’ bênewe bo êre!