mizgênî

Li pirtûka:
Mêrgî Zam Mêrgî Hetaw
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 1 Xulek  1071 Dîtin
tenyayîm nard be şwên şewda
ke hatewe legeł xoyda
baweşê xermaney: mang û
sê cirîwey zerdexene û
hendê tirîfey ewînî
bo hêna bûm.
hewrim nard be şwên şî’irda
ke hatewe legeł xoyda
gułdanêkî piř le wişe û
řistê baznî nawaze û
çend axêkî řengawřengî
bo hêna bûm.
şî’irim nard be şwên awata
ke hatewe legeł xoyda
sê tał le qijî azadîy û
mizgênîyekî çawsewz û
çepkê maçî
kurdistanêkî bê (be’sî)y
bo hêna bûm!