çîrokî xoşewîstîyek

Li pirtûka:
Mêrgî Zam Mêrgî Hetaw
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 1 Xulek  824 Dîtin
dû diłdar û
dû bałqonî beramber yek
hemû şewê şî’ir û şepol
guł û maç egirne yektir
hemû şewê
«ba»y nêwan řeng û řeng eken
hemû şewê
eçne ber baranî ’eşq û
heta ser êsqan teř ebin.
bełam emşew bałqonêkyan her tarîk bû
kiç laremil,
maç bê bał û, gułe mêxek çaweřê bû
le piřêkda şew şiłeqa û
gułe mêxek kewte xwarê û
le bałqonda kiç awa bû
kuř hatewe
be řakşawî hatewe û
emcareyan leser singî
xencerêkî sûr řwa bû!.