nasînewe

Li pirtûka:
Mêrgî Zam Mêrgî Hetaw
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 1 Xulek  399 Dîtin
be řêkewt lenaw hewlêra
«qeła»m bînî lawaz.. lawaz
řîşî hatû
destêkim xiste ser şane xoławîyekey
- emnasîtewe ?! lêm pirsî.
- ey to nebûy hemû carê
ḧezretî nalîy eynardî û
ke egeyştî.. beramberim
le dukanî
«’ibdalxalq»y gilênem
da’enîştî!