mehêłe

Li pirtûka:
Mêrgî Zam Mêrgî Hetaw
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 1 Xulek  400 Dîtin
ne’ mehêłe, ey gyanî min, to mehêłe
le baweşî piř pirşing û le beharî ew singeta
ziryanî zerd bimfiřênê
ne’ mehêłe û be her dû dest
wekû kewêkî kesîre
serim bigre û
le jûrî germî memanta
le bêzarî û
le weřsî û
le pîrêtîm.. bişarewe!