dîdarêkî kurt

Li pirtûka:
Mêrgî Zam Mêrgî Hetaw
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 2 Xulek  537 Dîtin
- ew pêkenînî direxte bo kwê ebey?
- bo lay ew mele diłtenge.
- ew qełemî birûskeye
edey be kê?
- bew mêrge ta: dîwanêkî gułehêroy
tazetirman bo binûsê.
- ey defterî ew pełe hewre sipîye?
- eydem be minałêkî aware
heta wêney dem û çawî
kurdistanî tya bikêşê.
- ey ew pelke řengîneyet
bo lesertewe pêçawe?
- eçim bo şayî ew gomey
estêreyekî hênawe.
- ey ew mustîley giznige
nyazit waye bo kêy berî?
- eykeme pencey ew serwe şox û şenge.
- ey ew milwankey terzeye?
- eykeme gerdinî kifrî.
- ey ew çetrî hewre nizme
edey be kê?
- eydeme des ew çinare kełegetey
zor demêke leber ew xore westawe.
- ey ew awêney hetawe?
- ewe eybem bo ew řezey
le dway çawî hełebcewe
qijî xoy danehênawe.
- ey ew hemû gułe jałe û
řeşe řêḧane û mordane bo kwê ebey?
- eyanxeme ser tabûtî ew şehîde.
- ey ew hemû zerdexeney
mindałane bo kwê ebey?
- bo ber baranî dwa řojê
ke xoşewîstîy zyatir û
gułebeřojey zyatir û
şî’rê cwantirî tya biřwê.
- bibûre! nawî beřêzit, bo gwêgran:
- min azadîm
ey to
- şehîdêkî peyamnêrî
řêgey xotan!!