dirextî mirwarî

bo «selîm berekat»
Li pirtûka:
Mêrgî Zam Mêrgî Hetaw
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 7 Xulek  978 Dîtin
1.
dêyte řoḧmewe û tîşkîş nît.
dêyte leşmewe û xwênîş nît.
dêyte çawmewe û řengîş nît.
dêyte gwêmewe û dengîş nît.
to nehênîy
xoşewîstît!.
2.
mestim be gunah.
mestim be tobe.
mestim
ke nemzanî
boçî gunah û tobem kird!
3.
her leber çawî asman xoy
hewryan dizî.
be berçawî hewrîşewe
«ba» yan dizî.
her be berçawî «ba»yişewe diłope baranyan dizî
her leber çawî baranîş
xakyan dizî û
le xakîşda
ew çawaneyan şardewe
ke dizekanyan bînîbû!
4.
řîzêk mom û řîzêk şî’ir.
ke mirdin hat fûy lê kirdim
- yekem řîzim dûkełêke
perit perit eřwa û bizir ebê û
eçêtewe naw diłî xwa.
řîzêk mom û řîzêk şî’ir
- duwem řîzim
ew wişe û deng û řenganen
wek pirşing û xuřey aw û sewzîy çya
ne hergîz ekujênewe û
ne demyan le go ekewê û
ne eçnewe.
emênin wek kurdistan û
ejîn wekû awwihewa!
5.
ziryan geřayewe eşkewt.
ew êstake
şekete û řenge zû binwê.
bełam derbend
dewrî çołe û serî sûke û
xerîkî çîrok nûsîne:
le gerd û gułî beyanda
swarêk xoy kird be gerûmda
swarêkî řeş..le paşkoyda
perîyekî hełgirtibû
tîj ehatin
sware û perî geyştine naw řûbarekem
le piřêkda le piştewe
tenha şirîxeyek bîstira
perî kewte naw awewe û
boçend satêk
wekû řûbar diłnyayîm
sûr hełgeřa!
6.
hełtikirdim
min tarîkîm pê xoştir bû!
kujantimewe, min řûnakîm pê xoştir bû!
têmnagey.. to!
min le beynî hełkirdin û
kujanewe û mergî xomda
gumanêkim
sinûrekan
namgirne xo!
7.
mêjûyek bû.. emûsteçaw
her «mudîrî emin» û mişk û
çekmeceyek
fayîlî toyan ebînî!
êste deste sipîyekanî hetaw
bahozî sewzî «řapeřîn»
peře.. peře
wişe.. wişe
zerd nameyan
řeş nameyan
merg nameyan
birdote lay:
ew xêłî gya û guł û mel û
kazîwaney
ke bedemî qełemeket
serit biřîn!
8.
zengî kiłêsa û lêdanî
serî mesîḧe ew katey
da’ebarê janekanî,
xemî kerkûk û sûtanî
serî kurde lew kateda
bûn be mesîḧ
şehîdanî!.
9.
le naw hemû ew wişaneda ke emşew
seryan le minî nexoş daw
hatbûne jûr serînim
tenha wişeyekyan tya bû
destî xistibuwe destimewe û
ta beyanî legeł lerzima
lerz eygirt û
legeł «ta»m da
«ta» eygirt û
cêy nehêştim
ewîş wişey: «yadgar» bû!
10.
’aşiq qet řewanbêj nabê
çunke sozî giřistanê
le henawî ew berbuwe
meger tenha
her bêdengî
basî bika û
her bêdengîş
dengekanî ew derbiřê!
11.
xołemêşeke way ewt:
miştêkî min.. dirextê bû.
pyałeyekim mindałê bû.
fincanêkim.. kotrê bû.
xołemêşeke
girdêkî hełdirawey
mêjûy cestew
xewnî min bû!
12.
xorinşînê
şî’rêkî mestim hełfiřî.
nehatewe.. dengî nebû
ke soraxim
geyande lay
saqye çawřeşekey «ḧafiv»
ew pêy witim
bedem xwêndinewey rezname û
leber baranî badeda
kewte xwarê û
leser mezarekey «xeyam»
řoḧî derçû!
13.
to ew sate
dar hermêyekî sipî bûyt eřoyştît û
şałêkit dabû be şanta
şał piřî bû le pole wêney bałinde.
wextê geyştîte małê û şałit dagirt
bałindekan
hełfiřîn û
emcareyan temaşam kird le asmanda
bûn be polê le qesîdey
dem bexende!
14.
leber řûnakîy tarîkîm
xoşewîstît exwênmewe.
leber baranî tînwêtîm
xoşewîstît enûsmewe.
le sûtanî ẍerîbîşda
xoşewîstît: nîştimanî
gizing dan û
hełhatnime!..
15.
lew şeweda
lew kejeda
herçî kirmî awrîşmîne
le qozaxe hatne derê û
be çwar dewra
bûn be çira:
le ahengî řêzlênanî ew berdeda
ke estêre birînêkî silêmanî
le gyanî xoyda
ḧeşarda!
16.
lew xeweda dû masî bûyn
be şwên gomêkda egeřayn
«mang»y tya bê.
pirsyarman kird le řûbarê
ew pêy witîn:
leber ewey mang gîrawe
ebê emşew çaweřê ken
ta ber ebê.
bełam efsûs
ew wextey mang berełła bû
bexeber bûyn!
17.
henûke to belemî yan
meraqêkî dirêjkołe û
minîş řûbar?
emêsta to lawlawî yan
azarêkî pêçawpêç û
minîş dîwar?
to xorinşînî weramî?
yan ziryan û tofî pirsyar?
18.
to kitêbî û
herweha ewîş kitêbe
cyawazîyektan eweye
to kitêbî yek jûrît û
ew kitêbî hemû wiłat.
to şepolî û
ewîş şepol
cyawazîyektan eweye
to şepolî cogeyekî û
ew şepolî oqyanûsê.
to momît û
ewîş her mom
cyawazîyektan eweye
to řûnakîyeket çeqîwe û
ew řûnakîyekey geřîdey
hemû cîhan!
19.
dway bordumanî ew keje
hendê dargiwêz her be pêwe mabûnewe
eyanbînî
seru milîşyan ba’eda û
destîşyan ecûłanewe!
bełam ne gwêyan le hajey çemeke bû
ne le qirîşkey jinan û
ne le zirîkey minał û
ne le zirmey teqînewey
dînamêtî naw gundeke!
20.
pîrozin ew destaney lem binareda
xanû bo xewnî mindałan dirust eken.
pîrozin ew destaney lem pêdeşteda
jûr bo wişe û
şeqam bo qaçî řûnakî û
pilîkane bo paşeřoj dirust eken
bełam pîroztirîn bask û
azatrîn dest û pence
ew destanen le pêş destekanî tirda
hemû satê
legeł merga řûbeřûy yektir ebnewe
ew destanen yeke yeke
mînî çênraw eçninewe!
21.
kewan witî:
ke piştî xom řast kirdewe
yekem şitê ke min bîkem:
le sêdaredanî tîre.
meger tenha xom bizanim çî pê kirdûm!
22.
a em dîcle û furate çîn
eger awin
aw bê řenge û keçî ewan her berdewam
erxewanîn!
aw bê tamew keçî ewan her berdewam
tamî mêjûyekî sûtaw eden!
aw bê bone û keçî ewan her berdewam
bonî qijî
kiç û kuře kujrawekanî êmeyan lê dê!
23.
lem kejeda dar dûdłe
biřwat? yaxud her wa řawestaw bê?..
lem çemeda aw dû diłe
bibê be şexte yan hełm û buxar?!
lem řêyeda qaç dû diłe
bigeřêtewe yaxud her berdewam bê?!
lem baxeda mel dûdłe
hełkurmê yaxud her bifřê?!
lem sateyşda wişekanî min dû diłn
em qesîdeye tewaw ken?!
yaxud bo êwey cê bêłn?!
ba cyê bêłim?..
24.
wirdibûnewey wişe le wişe.
wirdibûnewey xeyał le xeyał.
wirdibûnewey çawim le çawit.
wirdibûnewey leşim le leşt.
kirdyanim be zerya û
kirdyanim be agir.
dûrkewtinewey wişe le wişe.
dûrkewtinewey xeyał le xeyał.
dûrkewtinewey çawim le çawit.
dûrkewtinewey leşim le leşt.
kirdyanim be şexte û
kirdyanim be qaqiř!
25.
hodeyekî řût û řecał
pîrêjnê.
pişîleyek.
tozêkîtir pîrêjin çawî lêk enê û
be řêy «ba»da
eçêtewe bolay xway xoy.
tozêkîtir pişîlekeyş
ta miř ebê
dem enête řizqî xway xoy!