baran

Li pirtûka:
Mêrgî Zam Mêrgî Hetaw
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 1 Xulek  1116 Dîtin
ke egiryayt
lew sateda hewrê bûm û le çawta bûm
ke dařjay, germ.. germ
diłopê bûm le xemekanî asmanit
wextê geyştime ser lêwit
carêkî tir hełm bûm û
henasey sardit lêy dam û
dîsanewe min bûmewe
be baranî nîgakanit!