zewreqe dił, dîdeye derya û merdum naxuda

Li pirtûka:
Dîwanî Salim
Berhema:
Salim (1800-1866)
 1 Xulek  1157 Dîtin
zewreqe dił, dîdeye derya û merdum naxuda
coşî xatir wek şepol û ẍem neheng lenger cefa
can musafîr, tacîre, ahim buxar û ten meta’
gemye ’ewq û dûre saḧîl dił leřêy bîm û beła
waye derkî ẍem beřûy diłma heta dunya heye
derbiçey şadî be we’dey ta qyamet daxra
şu’lewer nabê çiray şadî leber badî fîraq
agirî mîḧnet le xermanî wicûdim hełgiřa
şewqî daney xałî to xistûmye naw dawî xeter
bem gunahe ademîş wek min le cennet derkira
cezbî kird te’sîrî nałem derdedaranî ze’îf
ba wicûdî řengî kahî bûme řengî kehřuba
’umir û dił dîsan be ba çû şane hate řûyî kar
boyî zułifit xakî seḧray kird seraser muşkisa
her ke ẍayb bim le fîkira dił deçête perdeyê
pey bewê nabat û naga ta bibê peykî seba
zułfî ḧeyperwerdeye salimNasnava edebî ebed eymen mebe
bem qerare şêtîye bazî be ḧelqey ejdeha