tabloy çwarem
Li pirtûka:
Kawey Asinger
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
10 Xulek
1033 Dîtin
«cêga le heman şwênî řabirdû eçê û çepektire, karda û mîdya û karun heryekeyan be şêweyekî cyawaz cyawaz le yektir pałkewtûn û danîştûn» karun heł’esête ser pê û be kizîyekewe epařêtewe ełêt:
karun:
ey «lehar»y be çing û des
firyay ajełî xełk kewe
xełkî bêkes
xot nîşan be, derbikewe!
ahengî çî!
lenaw şaxa, le pêdeşta
le parewe heta êsta
ajełî leřî sikbirsî
bo leweřî sewz egeřê
nek tamî kird
ta neşî dî!
- pişûyek -
madya:
ahengî çî!
karda:
ahengî çî!
karun:
kořî naw zemawengî çî
demî qiłîşî ser zewî
wekû demî ême wişke
gyanî tînû
dirext mirdû
le cêgey ber liqupopî
wişkewe bû
tînwêtî û birsêtî egrê
ahengî çî!
madya:
kořî naw zemawengî çî!
karun:
ey leharî xêr û bêrî
piř le şadî
emsał baranman her nedî
baran, baran
karda:
çaweřwanîn her nebarî!
baran, baran
madya:
ba dakate serman be taw
ba dił, ba gyan
bîxwatewe
karun:
ba jyan taze katewe!
«kawe dête jûrewe çend hengawêk dûr lêyan ewestê, gwê egrê»
- pişûyek -
karun:
baran bo kêłge û deẍił û dan!
bo leweřgey sewzî kwêstan
baran bo nan
karda:
çaweřwanîn her nabarê!
bo nabarê?
karun:
ey leharî bedesełat
dengit nebû, dengit nehat
firyay ajeł
firyay mêgel
firyay şwan û cûtyar kewe
firyay sikî hejar kewe!
madya:
«řû ekate karun»
pena berin bo lay «anlîl»
dirustikerî dinya ewe
mayey feřiř û pîtî jyan
tenya ewe!
çiray řûnakî jîn ewe!
baran barîn
be des ewe
karda:
qiřewbiře û çeney nawê
jyan xewe
encam tarîkayîy şewe
baran bibarê û nebarê
mirdin řêgeman pê egrê
«nîtî» bo xwanî ejdehak
serman ebřê
- pişûyek -
pêtan ełêm: sertan sûk ken
koł be dinyawe hełmegirin
emřo û sibey, zû bê û direng
ebê bimirin
karun:
namrîn eger marî serşan
marî dem xwênawî tawan
bełay jyan
têr bixiwa daway dił neka
le xwardinewey xwên bêzar bê
- pişûyek -
dujminî gewreman mare
ke mar nema, yan têrî xward
hemû kesê bextyare!
madya:
dyare şêtî
egîna key marî birsî
marî zordar
têr le mêşk û le dił exwa?!
- pişûyek -
qirçey germa, řojanî sard
hatin û çûn
hezar behar
xiłtanî xwênî xoyan bûn
bełam marî newsin û har
têrî nexward!
karda:
qiřey nawê
çeney xotan bo şil eken?
tûşman meken!
xwastî firîştekan waye
qiřey nawê
«temaşay kawe ekat»
kawe berde, dengî naye.
karun:
way têmegen,
le diła zît û wiryaye!
karda:
asnigere
em le derûna esûtê
wekû êwe asnî sard
be qisey bêcê nakutê!
karun:
be qisey to
gwêy diłî xoyman nadatê
madya:
bêderbeste:
mate, peste
karun:
le parewe heta êste
şeş qurbanî řêkî dawe
naheqî nîye ke peste!
madya:
naheqî nîye ke peste!
karda:
qiřey nawê, wa baştire
her bêdeng bê
em agire
be min û ew danamirkê!
ew çak eka
qise naka
madya:
witim berde, dengî naye!
karun:
«le dûr dengî dehoł û zuřnaye, karun gwêy bo şil ekat»
dengî dehoł û zuřnaye
kawe:
«paş ewey lêyan dête pêşewe»
dengî řiswayîy êweye
zuřnay merayîy êweye
karun:
hî êmeye?!!
karda:
ew řiswayîye kameye?
madya:
«be tewsewe»
dengubasî lay kaweye!
kawe:
ewey eyłêm bo kesêke
bo yekêke
mêşkî dîlî zordar nebê
diłî lenaw dawî şewa
wek mirdû giriftar nebê
ewey eyłêm bo kesêke
kwêley xem û azar nebê
pêşêlî řojgar nebê!
«pişûyek, hemûyan lêy dêne pêşewe»
qisey diłim bo yekêke
kiłpey agirî herdû çawî
tarîkîy řûnak nakatewe
tirsinokî bisûtênê
nengî nawçewanî pêşûy
be xwênî xoy bişwatewe
nirkey gerûy řapeřînî
şêr û piłing bitoqênê
- pişûyek -
qisey mêşkim bo kesêke
bitî bêgyan
wirduxaş ka
serî tefre bipeřênê
çok be jêr destîda bida
piştî qeder binewênê
eger asman
eger zewî
ger řeşeba
eger derya
berbestî bin, ew koł neda
damênî sikała negrê
hergîz be destî zebûnî
firmêskî tengane nesřê!
- pişûyek -
karun:
em qisane destî mijden
baweş be jyanma eken
karda:
tarîkîy biřwam řa’eden
madya:
dił û derûnim têy egen
- pişûyek -
kawe:
«leser qisekirdin eřwat»
qisey gyanim bo kesêke
behar le naw derûnya bê
xor le diłya hełhatbê
le cêy giryan hîway tyabê
ewey witî: wek birûske
wek tîşkî řoj
hewrî řeşî dîlî kun ka
şebeqî sûr û dił yek xa
her hengawê hełîdênê
bo dinyayek tazetir bê
bo amancêk
lewey pêşûy zor geştir bê
her hełmetê bo ser mirdin!
le hełmetî řabirdûy tir
gerimtir bê
ewey mebestime gwê bigrê
ew keseye
eçê be gijî mirdina
em le pêşa yexey egrê
- pişûyek -
řêgay azar egrê û ebřê
ew keseye xiłtey diroy
efsanekan řa’emałê
bîrî tarîkî desxeřoy
firîştekan řa’emałê
karun:
eme mełê!
madya:
pele meke!
karda:
tewawî ke!
karun:
mebest zyatir řoşnitir ke!
kawe:
her zû witim
qisey diłim bo kesêke
bîr řûnak bê
nek bîr dîlî
ejdehak bê
nana, anlîl, lehar, simkan,
firîştekan
nîşanim ben řêge û şwênyan
diłyan, çawyan, gyanyan, destyan
nîşanim ben!
ejdehakîş hawar eka
ełê: simkan
ełê: lehar
ełê: aşnan
ełê: oto
çak bizanin qet yek nabê
qet yek nagrê
xway min û to û
hînî zordar.
firîşteyek ke ejdehak
bîperistê
eynême xak!
karun:
to wa biłê
karda:
to bêdeng be ba ew biłê
madya:
ba ew biłê
kawe:
dawa eken baran dakat
dawa eken awedanîy
jyan xoş kat
zor demêke em dawaye
berî xozgey berełaye
netanpirsî kwanê encam?
çî bo kirdin firîştekan?
çî kird anlîl, çî kird simkan?
tenha baran
tînwêtîy ême naşkênê
betenya nan
birsêtîy ême naşkênê
karun:
gwaye çîye?!
karda:
çîtir nîye!
madya:
aw tînwêtîman eşkênê
nan birsêtîman eşkênê
çîtir heye!
«kardux dête jûrewe»
«kawe leser qisekirdin eřwat»
demtan qifłî lê dirawe
demê ke jeng řizanwêtî!
mêşkitan zincîr kirawe
mêşkî dujmin xesanwêtî
diłtan hestî tya nemawe
wişey qisetan swawe
le karî řoyştin kewtuwe
derûntan kirim têy dawe
pyawetîtan tya mirduwe!
be destî yek xoşewîstî û
birayetîtan naştuwe!
- pişûyek -
xo serdemê baran hebû
nanî zorî herzan hebû
bełam ewey ke min eyłêm
ewsaş nebû!
kardux:
berdaş nebû?!!
karun:
«řû ekate kardux»
to bêdeng be êste hatî
karda:
pêman biłê çî tir nebû!
madya:
tewawî ke, çî tir nebû!
kawe:
ewetey heyn
her jêrdest bûyn
ewey eyłêm serbestîye
řêgay řoyştinî řastîye
xorî betînî biřwaye
beharî sewzî hîwaye
serfirazîy dił û çawe
xermanî řojî şadîye
gerdin berzîy azadîye
- pişûyek -
jyan tenya serbestîye
karun:
wek to ełêy
biřwa be firîşte nekeyn
bayex be hîç xwayek nedeyn
ey ew beheştey to eyłêy
çon pêy bigeyn?!
kardux:
piştiman kêye?
madya:
çîman pêye?
karda:
qonaẍ kwêye?
kawe:
hemû řojê min asnî
řeq û pitew eşkênmewe
eykem be aw eytiwênmewe
«řû ekate karda û madya»
êweş cergî ’erd heł’ediřn
taşeberdî em kêwane
be şanî řenc egwêznewe
hełî’egirin.
«řû ekate karun»
toş şeř legeł gurga ekey
be şwên mirdina řa’ekey
«řû ekate kardux»
toş berdaşî aş egêřî
areq têkeł be co ekey
be mandiwêtîy jîn ewêrî
- pişûyek -
îtir ême çon natwanîn
textî zordar seringûn keyn:
ême wa bîn
çon natwanîn
dîlî û jêrdestî zebûn keyn
- pişûyek -
«řû ekate kardux»:
to pêm ełêy piştiman kêye?!
firîştekan? xwa zorekan!
ne, xomanîn
xoman piştîn
xoman xawen bazû û miştîn
her xoşmanîn
çarenûsîn!
em bazuwane, bazûy hêze
kelle pijênî dujmine
bezênerî
dêw û dirincî mirdine!
em bazuwane
hawřêy konî serkewtine!
«řû ekate madya»
toş pêm ełêy çîman pêye
ewey le lay min û toye!
lay ejdehak des nakewê
çîman pêye?
biřway gyan û bîrman pêye
xorman pêye
hêzî şax û kêwman pêye
heqman pêye
«řû ekate karda»
toş pêm ełêy qonaẍ kwêye?
qonaẍ qełay ejdehake
hařînî serî napake
«be sersûřmanewe hemûyan beyekcar»
mebest serî ejdehake?!
- pişûyek -
kawe:
bełê ejdehake
serî zordar
serî beła, serî xwênxiwar!
ta ew sere le nawa bê
pirsey jyan tewaw nabê
qet naybînin
serfirazîy werzî behar
«hemûyan pêkewe:»
ey serî mar?!
kawe:
efsaneye wekû lehar
wekû oto wekû simkan
byanûy zordar
bo çaw beste, marî ser şan!
kamtan şanî ejdehaktan
bînîwe heta bizanin!
řaste marî çwarserî şan?
- pişûyek -
ejdehak, mar
mar xoyetî
serî beła
serî azar her xoyetî
jehrî mirdin her xoyetî
kifnî mirdin her xoyetî
heta ehremen xoyetî!
- pişûyek -
karun:
bełam řêy serkewtin sexte!
madya:
qisey kawe nexşî berde!
qisey derûnêkî řaste.
karda:
ewey ême eydořênîn
tenha her kot û pêwende
kardux:
ba towî em gifit û pende
le naxî diła biçênîn
karun:
minîş hatûm
legełtana řêge girtûm
«gurdo be heniskebřikê dête jûrewe»:-
babe, hatûm pêtan biłêm
xwênmijekanî ejdehak
paşay zordar
wirûjawin
her çawêkyan kirduwe be çwar!
řiq hestan!
epşikinin bo ewane
çaw heł’exen
neçûn bo kořî zemaweng
dûrin le hełpeřkê û aheng
kawe:
«řû ekate karda û madya û kardux û karun»
êwe biřon xotan derken
bełam bełênî sibeynê
le yad neken
«kawe û gurdo dêne pêş şanowe»
gurdo:
babe zû ke ta nehatûn
ta gurgekan peyda nebûn.
babe, zû ke
kawe:
«be tûřeyî û tundutîjîyewe»
bełên bê bitî efsaney
dîlî û řiswayî bişkênim
text û taracî jêrdestî
le binewe hełtekênim
qeła û zîndanî ejdehak
biřûxênim
bełên bê koşkî tawanî
legeł xoyda bisûtênim!
serî em tarîkeşewe
binewênim
xorî serbestî û azadî
be destî xebat hełbênim!
gurdo:
babe, zû ke!
kawe:
řizgarî be xwên gułřeng kem
serşořî ta ser be peng kem
le zeng bidem
min zirawî mirdin berim
min řawî nêm
em wiłate piř le deng kem
be destî xom kifnî mirdin!
leber xom kem.
heta ałay serfirazîy
em mîllete
leser lûtkey berz heł’ekem
«legeł çûnedereweda»
leser lûtkey berz heł’ekem