102- tekasur

Li pirtûka:
Qur’anî Pîroz Be Kurdî
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 1 Xulek  516 Dîtin

we naw xuda ke dehnide û dilovane

1) şanazîtan be fireyî [mał û mindał] êwey be xoyewe xafłand.

2) ta hemûtan bûne mîwanî gořistan.

3) zor naxayenê dezanin.

4) carê tirîş, zor naxayenê dezanin.

5) bełam eger řasteqînew bizanîba,

6) aşkira dojehtan dedî.

7) dîsanekeş her be aşkira detan dî.

8) lepaşan her lew řojeda derbarey xoşî dinyawe lêw depirsin.