99- zîlzal

Li pirtûka:
Qur’anî Pîroz Be Kurdî
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 1 Xulek  603 Dîtin

we naw xuda ke dehnide û dilovane

1) herga zemîn be bûmelerze tundekey hate lerzîn,

2) em zemîneş giranbarî xoy wederxist,

3) miroş pirsî: çî qewmawe, bo wa deka?

4) ewê řojê beserhatekey bas deka.

5) ke fermanî perwerênî becê dênê.

6) lew řojeda merdim be peřj û biławî dêne derê ta her kese karî xoyan nîşan biden.

7) sa her kesê be sengayî mêrûley here wirdîle, çakey hebûbê, deybînê.

8) her kesêkîş be qursayî mêrûley here wirdîle, xirapey bûbê, deybînê.