90- beled

Li pirtûka:
Qur’anî Pîroz Be Kurdî
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 1 Xulek  559 Dîtin

we naw xuda ke dehnide û dilovane

1) sondê dexom bem bajêře,

2) toş nîştecêy em bajêřey;

3) be bab û netewekeşî,

4) ême cisnatî miroman degeł xeman wedî hêna.

5) axo êsta wa bîr deba hergîz kes derostî naye?

6) êjê: samanêkî zorim ledes dawe.

7) axo wilo xeyał deka ke hîç kes ewî nedîwe?

8) edî ême dû dîdeman pê nedawe?

9) zimanêkîş û cûtê lêw?

10) řêgey hat û nehatîşman nîşan neda?

11) welêkan ew xoy le řêgey hełet neda?

12) kû dezanî mebes le řêy hełet çîye?

13) azadkirdinî koyleye.

14) ya nan dane, le řojî qatî û qiřîda.

15) be hetîwêkî bê kesî nizîkî xoy.

16) yan hejarêkî xakeser.

17) dîsan ebê lewaneş bê ke bûne xawen baweř û bo xogrî û dilovanî, yektiryan řasparduwe.

18) ewane bexteweranin.

19) kesanêkîş ke be nîşananî ême bê biřwa bûn, ewane bedbextekanin.

20) çarenûsyan agirê bê deretane.