87- e’la

Li pirtûka:
Qur’anî Pîroz Be Kurdî
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 1 Xulek  445 Dîtin

we naw xuda ke dehnide û dilovane

1) pesnî nawî perwerindey here payeberizit bide.

2) ewe dinyay damezrand û lebarî kird.

3) bo her şit endazey dana û řêy nîşan da.

4) ewe çayerî xiste řû.

5) kirdye şînî amał řeş û pûş û parîş.

6) ême ewet pê dexwênîn, îtir to le bîrit naçê.

7) megîn şitê xwa ḧez bika; ew le aşkira û nihênî agadare.

8) le berîşt hasan dekeyn, heta hasantirîn řêge peyda bikey.

9) amojgarî bike, eger amojgarî behre bida.

10) kesê le xwa tirsî hebê, her zû pendî lê werdegrê.

11) bedfeřekeş her xoy lê dûr dexatewe.

12) ew kesey ke deçête naw arî gewre.

13) paşan lewêda ne demrê, ne zîndîşe.

14) dyarîşe her kê pak jya, řizgar buwe.

15) yadî nêwî perwerindey kird û nwêjî becê hêna.

16) bełam êwe jînî dinya hełdebjêrin.

17) ke çî lew la, baştir û bepêztiz heye.

18) dyare eme le nûsrawe pêşînekanîşda heye.

19) nûsraweyê ke dirawin be îbřahîm û be mûsa.