83- muteffîfîn

Li pirtûka:
Qur’anî Pîroz Be Kurdî
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 3 Xulek  491 Dîtin

we naw xuda ke dehnide û dilovane

1) haware le kemfiroşan.

2) ew kesaney be pêwane şitê le merdim desênin, eşê hemûyan pê biden.

3) eger xoşyan boyan pêwan, yan be kêşaneyan pê dan, lêy kem deken.

4) axo ewane nazanin ke her zîndû dekirênewe?

5) bo řojêkî gewre û giran?

6) ew řojey ke hemû merdim bo dîdarî perwerindey hemû dinya řadewestin.

nexêr, baweř beme naken; ba bizanin ke syayî em bêfeřane wa le «sîcّyinErebî».

kû zanîwte «sîcّyinErebî» çîye?

9) kitêbê nîşanedare.

10) lew řojeda le bê baweřan hawre.

11) ew kesaney řojî lêpirsîneweyan pê diroye.

12) her milhuřî tawanbarîş ewey be lawe diroye.

13) herga nîşananî êmey bo wexwênin, êjê: eme çîrokî pêşînekane.

14) ke waş nîye; bełkû ewan jengî karekanî xoyan bote twêjêkî ser diłyan.

15) hîç wa nîye! dyare ewan lew řojeda le [bezeyî] perwerênyan, fire dûrin.

16) le akama ewan –bê so– deçne dojeh.

17) pêyan êjin: eme hewe ke êwe pêtan diro bû.

ba bişzanin syayî akarçakekan le «’ilّyّyinErebî» da [nûsrawe].

kû dezanî, «’ilّyّyinErebî» çes?

20) kitêbê nîşanedare.

21) her kê nizîk be xuda bê, deybînê [û lêy agadare].

22) be řastî akarçakekan le xoşîdan.

23) weban textekanyanewe çaw degêřn.

24) le çareyan teřu belî xoşguzeranî dezanî.

25) badeyekî serbemoryan bo vexarnê dedenê.

26) morekey serî le mîşke; ba ewî ḧezî lê deken, bo şitê wa pêkewe kêberkê biken.

27) awêteşî le tesnîme.

28) çemeyeke, ewî nizîk xirawnewe, lew serçawe dexonewe.

29) tawankaran –leser dinya– be dîndaran pê dekenîn.

30) herga be layanda deçûn, çawyan le yektir dadegirt.

31) herkatêkîş deçûnewe lay kesanyan, be ḧenek deyangêřawe.

32) ke çawîşyan pê dekewtin, deyangut: emane gumřan.

33) hîç kamîş řanespêrabûn ke debê agadaryan bin.

34) wa emřoş xudanasekan be bê dînekan exenin.

35) lebanî textekanewe çaw degêřn.

36) axo xudanenasekan padaşî kirdewey xoyan wergirtuwe?