76- însan

Li pirtûka:
Qur’anî Pîroz Be Kurdî
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 3 Xulek  597 Dîtin

we naw xuda ke dehnide û dilovane

1) bêgumane maweyek lem řojgare beser miroda têpeřî û ew şitê nebû bas bikirê.

2) ême miron le tinokêkî awête wedî hêna ta bî’ezmûyn; gwêy bîstin û somay dîtnîşman pê da.

3) xoman řêgeman nîşan da; ca yan şukiranebjêre yan pênezan.

4) ême zincîr û toqêkî gelê zor û agirê biłêsedarman bo bêdînekan saz dawe.

5) akarçakan le badeyek dexonewe, awîtekey le çemey kafûreweye.

6) çemeyêke ’ebdanî xwa lew denoşin; be fîçqeş hełîdequłênin.

7) herçî le xo degirin deyken; tirsîşyan le řojê heye ke bełakey bo gila etenêtewe.

8) lew xorakey ke xoyan ḧezî lê deken, be hejar û be hetîw û be dîl gîrawî debexşin.

9) ême - her le řahî xuda - em xoraketan dedeynê, ne padaşêkman lêw dewê û ne şukiraneş.

10) ême tirsî perwerênî xoman heye le řojêka ke zor tûş û negbet û piř metirsîye.

11) xuda le bełay ew řoje parastinî û tûşî geşe û xoşîy kirdin.

12) çunke ewan xořagir bûn , le padaşa beheşt û ḧerîrî pê dan.

13) le beheşta leser text pał ekefin û ne tînî tawê debînin, ne sermayê.

14) sêwerî dirextekanî beseryana şoř bûnewe û mîwekeyan leber deste.

15) be defrî zêw û beçendîn zerkî mîna, beseryanewe degeřên.

16) zerkî zêwîn ke řas be qas sazyan dawin.

17) bew zerkane badeyêkyan pê denoşîn, awîtekey zencefîle.

18) çemeyêke benawîda řewan ebê; naw nirawe be selsebîl.

19) lawanê - ke her be lawî demênnewe - beseryanewe egeřên; ger byanbînî wa ezanî mirarî piřjêndirawin.

20) ger deybînî, her xêr û xoşî debînî û qełemřewêkî zor guşad.

21) parçey tenk û siftî keskyan deberdaye ke le hevremîş çê buwe û be zor mûçewaney zêwîş řazawnewe û perwerênyan badey pakî pê noşawin.

22) eme padaşî êweye û teqelatan şayanî řezamendîye.

23) êmeyn ke em qur’aneman - wirde wirde û beş beş - bo to henarduwe.

24) sa xo bigre bo fermanî perwerindet; hergîz gwê lewane megre tawanbar ya pênezanin.

25) her nawî perwerindey xot beyad bike; hemû berebeyanan û êwaranîş.

26) be şewîş sujdey bo bere û le dirêjayîy şewgarîşda her pesnî pakîy ew bide.

27) ewan ḧezyan her le dinyay bêbeqaye û řojê giran dexene paş xoyanewe!

28) ême wedîman hênawin û hemû azay bendenyanman dapêçawin; hergaş ḧez keyn, be çînêkî wek ewanyan wedegořîn.

29) emane bîrhênerêkin, herkê ḧez ka řêge berew perwerindey bedî deka.

30) ḧez kirdinîş bengo nîye, ca megîn xuda ḧez bika. zanay karzan her xoyetî.

31) herkêy ḧez ka weber bezeyîy xo dexa û bo ewaneş ke naheqin, cizyay bejanî saz dawe.