74- muddessîr

Li pirtûka:
Qur’anî Pîroz Be Kurdî
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 3 Xulek  581 Dîtin

we naw xuda ke dehnide û dilovane

1) ey kesêkî cilkit beser xo dadawe!

2) řabe, tirs weber bêne.

3) řaşgeyêne ke perwerindet mezne.

4) bergîşt xawên řagre.

5) le herçî napake dûr be.

6) meşbexşe û pêt wa bê boşe.

7) bo xatrî perwerindet xořagir be.

8) her katêkîş de kełeşax demêndira,

9) ew řoje řojêkî tûşe;

10) bo bêdînan ne hasane.

11) to lêm geřê bo ew kesey min tenya wedîm hênawe;

12) darayî fireşim daye;

13) çend kuřêkîş ke agadarîy lê deken;

14) hemû karêkim bo řêk xist;

15) hêşta her çawî leweye boy pitir kem.

16) hergîz; çun bo nîşananman lasar buwe.

17) tûşî azarê way dekem, pêy hełbiçê.

18) ew her řama û hełîsengand.

19) ey mergî bê; xoy çonî lêkdawetewe?

20) dîsan nejî; çonî bo çû?

21) lepaşana twaşay kird.

22) ewsa ke řûy girj kird û tirş hełgeřa.

23) lepaşan piştî hełkird û fîzî nwand.

24) ewsa gutî: em qur’ane - bibê û nebê - caduwêke lekonewe deygêřnewe.

25) bibê û nebê, eme her witey miroye.

26) bem zuwane deyhawême dozeqewe.

27) kwa ezanî dozeq çîye?

28) ne dehêłê û ne waz dênê.

29) pêstî miro řeşew deka û debirjênê.

30) nozde firiştey leserin.

31) ême bêjge le firîştan, kesman nekirdote karbedestî agir. boyeş jimarekeman wa danawe ta xudanenasan bi’ezmûyn. ta ewaney ke kitêbyan pê dirawe, hîç gumanêkyan nemênê. ta ewaneş bebaweřn, baweřyan le zêdeyî bê; ew kesaneş ke kitêbyan pê dirawe û baweřdaran, dûdił nebin. ta ewaney deẍezêkyan ledłidaye û ewaney xudênenasin, bêjin: xuda lem nimûne nîşan dane çey wîstige? awa xuda herkêy bwê gumřay deka û kêy bwê şarezay deka. pêşmergey perwerindey toş - le xwa beder - kes jimareyan nazanê. basî dozeq her betenya bo bîrewerî miroye.

32) neçin baweřî pê neken; swênd bem heyve;

33) bew şewgareş ke řadeka,

34) bew sipêdey řûbendî xoy wela deda,

35) em agire yek le beła gewrekane;

36) tirs weber miro hêne.

37) kê le êwe meylî lê bê bête pêşê, yan bigeřêtewe dwawe.

38) hemû kesêk le giroy kirdey xoydaye.

39) ca megîn deste řastyekan,

40) lenaw baxan pirsê le yektirî deken,

41) sebaret be gunahbaran:

42) çî êwey de dozeq kêşa?

43) êjin: ême leřêzey nwêjkeran nebûyn;

44) xorakîşman be hejaran nedebexşî;

45) le kořî herzebêjanda, êmeş le herzewêjan bûyn;

46) baweřîşman be řojî sełaye nebû;

47) ta mirdinman lê mîwan bû.

48) îtir tikay tikakaran, hîç behreyekyan bo nada.

49) çîyan bû, le webîrhênewe řewînewe?

50) detut ewan gořexergelî řevokin,

51) ke le tirsî şêr hełatûn.

52) bełkû heryek lewane wayan gerek bû namey wekirîy bo bênin.

53) hergîz, bełkû le řojî pesłan natirsin.

54) hergîz, dyare em qur’ane bîrhênere.

55) kê keyfî lê bê weyxiwênê.

56) hîç kesîş nayxiwênêtewe megîn xuda meylî lê bê. xuda şyawî lê tirsane û bo xetabexşîş hêjaye.