63- munafîqun
we naw xuda ke dehnide û dilovane
1) wextê dûřû dêne lay to, êjin: şayetît bo dedeyn ke to pêẍemberî xuday; xudaş dezanê ke to pêẍemberî ewî û xwa gewahe ke - beřastî - herçî dûřûn diroznin.
2) swêndî xoyan kirdote qełẍan xoyan û lemperin le řêgey xuda û akaryan zor nalebare.
3) çunke eman, berê baweřyan hênawe û paşan le dîn layandawe, ca serdiłyan morkirawe û de hîç nagen.
4) eger çawîşt pê kewtin, le qełafetyan seyrit dê. ke deşpeyvin û to qisekanyan debîsî, êjî darin be dîwar hełpesêrawin. her herayek le dijî xoyan dezanin. ew dujminin; to xoyan lê biparêze. xwa byankujê; emane řû dekwê deken?
5) xo eger pêşyan butrê: werin pêẍemberî xuda daway bexşînû bo deka; ser badeden. deşyanbînî fîz denwênin û xo ladeden.
6) eger eto daway bexşînyan bo bikey, yan daway bexşînyan nekey, bo ewan tewfîrî nîye. hergîz xuda nayanbexşê. xwa giroy le řê laderan berewxoy şareza naka.
7) her’emaneşin ke êjin: şitê meden bew kesaney ke lay pêẍemberî xudan, heta biławey lê deken. hemû saman û gencîney em ’asmanan û zemîneş ser be xudan; bełam ew dûřazane hîçî tênagen.
8) êjin: eger geřaynewe bo medîne, bê guman bedestełatan, řût û latî lê derdeken. destełatîş her bo xwa û bo pêẍemberî û aporey baweřdarane; bełam ew dûřazane hîçê nazanin.
9) ey gelî xawen baweřan! saman û zarułekantan yadî xwatan nabê le bîr berêtewe. ewaney wayan beser dê, zyanbarin.
10) lew bijîweş ke ême pêman bexşîwin, le řay xuday bext biken; ber lewey yekê le êwe mirdin tek betekyewe da û, bêjê: ey perwerindey min! boçî ta maweyê nizîk mewdat nedam, ke ewsa xêran bikem û le řîzî kar çakekan bim?
11) her kesêkîş wextî mirdinî hatbê, xwa hergîz we direngî naxa. xuda le her karê deyken, agadare.