52- tûr

Li pirtûka:
Qur’anî Pîroz Be Kurdî
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 4 Xulek  733 Dîtin

we naw xuda ke dehnide û dilovane

1) be kêwî tûr,

2) be kitêbê ke nûsrawe,

3) le keweł, biław botewe;

4) be małe awedaneke,

5) bew baney biłind kirawe,

6) bew deryayey biłq eda,

7) azarî perwerindey to her řû deda;

8) kesîş pêşî pê nagîrê.

9) lew řojeda ke ’asman têkewedawê,

10) hemû çya le řoyînda pele deken;

11) îtir ew řoje haware lew kesaney bê baweř bûn.

12) ewaney ke çûbûne naw piř û pûç û gepyan deda;

13) lew řojeda bedełekdan berew agirî dozeqyan řadekêşin.

14) ewetanê ew agirey biřwatan nedekird hebê.

15) axo eme caduwe, yan êwe kor bûne û nabînin?

16) biçne nawî; heł biken yaxo heł neken, wekû yeke û her be hoy ew karaney ke kirdûtane, siza dedrên.

17) ewaney wa xudê tirs bûn, wan le beheşt û xoşîda.

18) bextewerin lew şitaney perwerênyan pêy bexşîwin; le azarî cehendemîşî paraztin.

19) le hember kirdewekantan bixon û wexon, noştan bê.

20) le ser textî lepenay yek, pał keftûn û kîjî sipî çawbełekman pê bexşîwin.

21) ewaney baweřyan hêna û toremeşyan çûne ser baweřî ewan, me toremey ewanîş wek xoyan debeyne beheşt û lepadaşî kirdeweyan hîç şitê kem nakeynewe. hemû kesê barimtey karî xoyetî.

22) her mîweyek û her goştê bo xoyan arezûy deken, pêman dawin.

23) pyałe pêktir degořnewe û ne herzewêjî têdaye û ne hoy tûşî gunah bûnî.

24) taze lawanî xułamyan bedewrda dên û deçin; her êjî daney mirwarîn le qapořda.

25) řû le yektirî deken û pêkewe wituwêjyane.

26) êjin: ême le pêşûda lenaw kes û karî xoman nîgeran bûyn.

27) îtir xuda xoy çakey degeł kirdîn û le azarî giře û haławî paraztîn.

28) ême berê hawarman her lewekirduwe; her’ewîşe xawen çakey dilovane.

29) sa webîryan bixerewe - le sayey perwerindetřa - to ne fał bînî ne dînî.

30) yan pêt êjin: bwêjêke û çawenořîn haka şitêkî beserhat.

31) bêje: êwe çawenoř bin, ewa êmeş wel êweda çawenořîn.

32) axo le řûy xewnekanyanewe êjin, yan her xoyan komełêkî bilewezin?

33) yan êjin hełî bestuwe. nexêr, ewan bê baweřn.

34) eger ewane řast deken, ba witarê wekû em quř’ane bênin.

35) axo ewan her le nebû hatûne dî? yan xoyan xoyan dirus kird?

36) yan ewanin asmanekan û zemînyan wedî hêna? nexêr, dyare naselmênin.

37) yan gencîney perwerindet wa lay ewan? yan her xoyan heme karen?

38) yan peyjeyê wayan heye bînên û gwê řabdêrin? kê lewan kołey kirduwe, ba bełgeyekî řûn bênê.

39) axo kîjekan bo xwan û kuřekanîş beşî êwen?

40) yan bo mize daway şitêkyan lê dekey, ewan lejêrî der neçin û boyan zor giran bwestê?

41) yan nihênî wa lay xoyan û denûsin?

42) yan ewane gerekyane fêłêk biken? xwanenasan xoyan fêłyan lêkirawe.

43) yan bêjge le xwa, peristûyekî tiryan hes? xwa paktire lew şitaney ke be şerîkî dadenên?

44) ger bişbînin parçeyek lem ’asmane dadekewê, êjin: hewrêkî piřpişte.

45) sa to lewane wazbêne, ta ewane tûşî řojî xoyan debin; ke ew řoje hestyan deberda namênê.

46) ewê řojê ḧîlekeyan hîç behreyekyan nadatê û kesîş de hanayan naye.

47) bo ewaney pîşeyan naheqî buwe, cige lemeş cezrebeyê tiryan heye; bełam zorbeyan nazanin.

48) bo fermanî perwerindet xořagir be, to be berçawî êmewey; herkatê lecê řadebî, pesnî perwerindet bide.

49) leşewîşda şukirî bike û pesnî bide; lew demeşda ke hesare awa debin.