50- qaf

Li pirtûka:
Qur’anî Pîroz Be Kurdî
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 5 Xulek  601 Dîtin

we naw xuda ke dehnide û dilovane

1) qaf, swênd bem quř’ane beřêze,

2) dyare seryan lewesuřma ke tirs weberhênêkyan le xoyan bopeydabwe; ewaney xudanenas bûn, gutyan: eme şitê seyre.

3) axo eger mirdîn û bûyne miştê xoł, [dejînewe?] em geřaneweye dure.

4) ême her zuzanîwmane zewî çendyan lê kem deka; kitêbêkîşman lelaye hemuştêkî têdaye.

5) bełkû ewan ke em řasteyan hatela, her baweřyan pê nekirdu karekeyan lê ałoza.

6) axo ewan bo ’asmanyan neřwanîwe, kebeser seryaneweye, çito wedîman hênawew çilonman řazandotewew hîç kelênî têda nîye?

7) em herdeşman řaxsitiwew kêwpareman tê xistiwew cûtey hemuřwekêkî berdiłman denawda řwand;

8) ta çawî dił řoşin kat û bibête hoy bîrewerî boher’ebdêk ḧezbika bigeřêtewe.

9) lewberzewe awê bepît û behreman berejêr nard; firebaẍatman pê řwand; ewlbeş ke direw dekirê;

10) darexurmay berzebałaş be hêşûy bizmarkutewe;

11) bijîwe bo’ebdekan û serzemînî mirîşman pê bujandewe; derkewtinîş herwehaye.

12) berlewaneş, hozî nûḧ û xudanî awî bîrekew semûdîş her bê biřwabun.

13) hozî ’adu destewdayerey fîr’ewn û hozî lûtîş,

14) giroy xawen deḧlekan û jêrdestekanî tubbe’îş, hîçyan be pêẍemberanyan baweřnekird; ewsa heřeşekanî min weřast geřa.

15) axo ême lewedî hênanî pêşîn mandubbiwîn? bełku’ewan beguman bun ke detwanîn serlenwê wedî bihênîn.

16) dyare ême miroman dirus kirduwew deşzanîn çon xeyałatî bedłidadê. ême bo’ew le şademarî lamlî nizîktirîn.

17) ewê katê le lay řast û çepîşewe cutê firişte řonîştun [boy denûsin].

18) her wirtey le dem derbiçê, çawedêrêkî laheye.

19) buranewey awîlkedan, wadyarîda; her emeşe ke to net dewîst tuşî bî.

20) fu be kełeşaxadekirê; ewê řojê; debê heřeşe wedî bê.

21) her kesê dê, yekêk wepêşexoy dawew yekêkîş şayetî deda.

22) to lemane bê hewał bwî; wa serpoşman le ser laday; çawit emřo zor biřdeka.

23) firiştekey hawřêy êjê: wa le lay min amadeye.

24) be herduktan, hemû sipłeyekî lasar, bawêjne naw dojehewe.

25) ke berî le çake girt û leřêy ladaw xełkîşî weguman dexist.

26) kesê bu kewêřay xuda, şitî dîkeşî deperist. sa betundî byanxene ber cezrebewe.

27) ewîy hawřêyetî êjê: ey perwerindey gilaman! diney serpêçîm nedawe; bełam herxoy lewpeřî gumřayîdabu.

28) êjê: lay min kêşemeken; min pêşekî heřeşem pê řageyandun.

29) bełênî min gořanî beserda nayew naheqî le’ebdan nakem.

30) řojê debê ke be cehendemê êjîn: axo piř bwî? êjê: axo pitrîş heye?

31) beheştîş le xoparêzan nizîk botewew durnye.

32) ke eme bo ewkesaney berewxuda geřanewew xoparêzbun, sozdirawe.

33) ewaney ke be nihênî lexuday xoyan tirsawin û bedłêkî pakewe hatûnewe lay.

34) hemûtan biçnejurewew bê tirs bin; emeye řojî hermanê.

35) herçî arezûşî biken têyda heye û zêde lewîşman laheye.

36) ême gelêk çîn û beren - ke depêş ewanedabun - qiřtê xistun, lemaneş behêztir bun û zorułatyan pişkinîwin; axo ewan hîç deretanyan bořexsa?

37) em witare boher kesê dił zînduwe, yan başî gwê lê dedêrê û bîrîşî her le lay ewe, debêtehoy pendigirtin û bîrkirdinewe.

38) em asmanan û zemînew herçî lenawyanda heye, be şeş řoj wedîman hênaw hîç mandigîşman tûş nehat.

39) sa xobgire le beranber ew şitaney ewan êjin. her pesnî pakî perwerindey xot bide; lepêş gizîngî hetawdaw berledemî řojawabun.

40) le şewîşda her pesnî pakî ewbidew dway hemû sujdebirdinîş.

41) herdemêkîş bang řahêłêk lecêgayekî nizîkřa gazî deka, gwêy bobgire.

42) lewřojeda ke ne’reteřastekeyan gwê lê debê, eme řojî derkewtine.

43) ême xoman jî debexşîn û demrênîn; wegeřîş bo lay êmeye.

44) ewê řojê ke zemîn deqełşêtewew belez deryan dehawêjê, eme bo wekokirdinê, laman şitêkî hasane.

45) ême baştir dezanîn ewan çi êjin; to zordarêk nî leseryan; her kesêkî le heřeşe tirsî heye, bem quř’ane to webîrî bixerewe.