44- duxan

Li pirtûka:
Qur’anî Pîroz Be Kurdî
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 4 Xulek  555 Dîtin

we naw xuda ke dehnide û dilovane

1) ḧa, mîm.

2) bem kitêbey hemuşt řun dekatewe,

3) deşewêkî piřlepît û pîrozîda ême nardûmanetexwar. ême wîstiman tirs weber merdim binên.

4) her lewêşda herkarêkî sebarete be karzanî, hawêrkira.

5) fermanew le’êmeřayew ême řasparde denêrîn.

6) bezeyyeke le’alî perwerindet řa. herxoy bîser û zanaye.

7) perwerênî asmanekan û zemînew herçî ke lenawyandaye; eger baweřîtan heye.

8) leẍeyrez ew hîç şit boperistin naşê. gyan weber bunewerdênê û deşmirênê. ew êwey perwerdekirdu perwerindey bawanî pêşîneştane.

9) keçî hêşta her le naw dûdłî dan û gemedeken.

10) çawenořî ewřojebe ke asman dukełêkî aşkiray lê peydadebê.

11) azarêkî zorbejanew hemuxełkî dadepoşê.

12) ey perwerênî gilaman! ew petayen leserlabe; ême baweřîman hêna.

13) kwa ewaney gwê le’amojgarî degirin? pêẍemberê hatelayan, hemuştî têgeyandin.

14) paşan řûyan lê wergêřaw gutyan: fêrkirawe, şête.

15) ême tamaweyekî kem, em petaye weladebeyn; êwe degeřênewe [ser řêy pêşutan].

16) ewê řojê hełmete gewreke dekeyn, ême tołedekeynewe.

17) ême hozî fîr’ewnîşman ber leman taqî kirdewew pêẍemberêkî beřêz [man] hatelayan.

18) ke em bende xudayanem pê bispêrin; min bo êwe pêẍemberê cê baweřim.

19) leḧand xuda xotan bezlitir mebînin; min bo êwe nîşaneyekî aşkiram hawridwe.

20) min be perwerênî xom û êwe penadebem lewe ke bimkujin.

21) er baweřîşim pê naken, xotanim lê durxenewe.

22) dwacar hanay boperwerindey xoy hêna, ke: ewane komełêkî tawanbarin.

23) sato wel em ’ebdaney min beşew biřo; çun ewan dwatan dekewn.

24) be’aramî lederyake bipeřewe; ke ew leşkire xinkawin.

25) gelê kanî û baẍatyan le paş becê man.

26) fire kêłgew koşk û serseray benirxîş.

27) xêrubêrêkîş ketêda lewpeřî xoşîda dejyan.

28) abem corew; daman be gelêkî dîke.

29) ne asman şînî bogêřan, ne zemînîş. her mołetîşyan pê nedra.

30) toremey îsřa’îlîşman lew’azarî piřsûkayetî řizgar kird:

31) le fîr’ewnê; ke xoy zor bezil dezanî û lewanebu ke le’endaze derdeçin.

32) ewanîşman bedaniste - leçaw xełkî hemudnya - beřêztirgirt.

33) hêndeşman nîşanedanê ke aşkira, bibin bemayey ezmûnê.

34) wa êsta emane êjin:

35) her bo yekemcar ke demrîn, taze zîndû nabînewe.

36) sa eger beřastîtane, bawanekanman bobênin.

37) axo emane baştirin, yaxo gelî «tubbe’» û pêşînekanyan? ke qiřanman tê xistun; çun tawanbarbun.

38) ême ew asmananew zemînew herçî le naw ewdiwaneda, bo gememan saznedawe;

39) her bořastî hemûman wedî hênawin; bełam zorbeyan nazanin.

40) jwanî hemûyan řojî heławardine.

41) ewřoje dost lemeř dostî hîç karêkî ledes nayew kesîş dehanayan naye.

42) megîn kesê weber bezey xudakewê; ke herxoy bedestełat û dilovane.

43) berî darekey jeqnemut,

44) xwardinî gunahbarane.

45) ke çeşnî xiłtey řon zeytun, le naw sikanda dêtekuł;

46) wek kułînî awî germ.

47) sa bîgirin û řay bikêşin bonaweřastî cehendem.

48) ewsakeş her bo’azardan, avakelî beserdaken.

49) debçêje! toyekî ke le dinyada hêjay xawen destełat bwî.

50) ewe ewşte hatedî ke êwe lêy beguman bûn.

51) ewa xoparêzekanîş wan leşwênêkî hêmnida.

52) le nêwanî kanyawan û baẍatanda,

53) parçey nask û esturî lehevremîş lixodeken; hemû beranberbeyekin.

54) zorîş kîjî çawkejałî sipî û sołman bohawserî pê bexşîwin.

55) lewêda hermîweyekî bedłyane, be’arxeyanî dexwazin.

56) cige le mergî hewełê, lewşiwêneda tamî mirdinê naçêjin û le’azarî dojehîşî paraztigin.

57) çakeyew perwerindey to kirduyetî. emeş bexteweryekî zorgirînge.

58) herboye wa behasanî bezmanî toman beřê kird, ke şayet bîrkenewe.

59) sa to çawenořî bike, ewanîş wa çawenořn.