42- şuřa

Li pirtûka:
Qur’anî Pîroz Be Kurdî
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 9 Xulek  924 Dîtin

we naw xuda ke dehnide û dilovane

1) ḧa, mîm.

2) ’eyn, sîn, qaf.

3) xuday xawen destełatî zana lekar, fermanî xoy awa botow pêẍemberanî berletoş beřê deka.

4) herçî le naw asmanan û herçî lezemînda heye, giş bo’ewew her xoy cê berzu mezne.

5) lewaneye asmanekan derizberin û beseryekda xirmebken. firîştanîş besupasewe pesnî perwerêntan deden; daway bexşîn bo xełkî serzemîn deken. baş bizanin ewe legunah deburê û dilovane.

6) ewkesaney ew şitaney ẍeyrez ewn, bedostî xoyan zanîwin û xerîkî peristinyanin, xwa agay lekaryan heye û obałyan lestoy tonye.

7) herwehayne qur’anêkî ’erebîman bo to henard, heta to bew, tirs weber xełkî mekkew xełkî dewruberî bênî û le řojî kobuneweşyan bitirsênî; ke bêguman her wedî dê. ewsa beşêk beheştîn û beşêkyan deçne cehendem.

8) eger xuda meylî lê ba, giştî dekirde bereyek le’ayînda; bełam her kesê xoy ḧezka, weber bezeyî xoy dexa. naheqanîş dost û yarîkaryan nîye.

9) axo kesyan ẍeyrez xuda dîwetewe ke dostyan bê? dostî řastî her xoyetî û ew detwanê miryan zîndûbkatewew twanay hemuştî heye.

10) le ser herçî pêk nehatin, xuda be nawtan řadega. ewxudaye minî perwerde kirduwe; min xom her bewspardwew her řudekemewe lay ew.

11) wedî hênî ’asmanekan û zemînew her le xotan cûtey lê berhem hênan û le małatîş wilfî yektirî dirus kird ta zortir perew pê bida. hîç şitê wêney ew nîye; her xoy bîser û bînaye.

12) kilîlanî ’asmanan û em zemîne licem ewe. řozîş her bemeylî ewe boyekê fire denêrê û boyekê kem. agay lehemuşt heye.

13) řêgeyekî le dîndarî bongo kêşa, ke espardî nûḧîş her lewřêge biřwa. her emeşman be ferman be to řageyand; îbřahîm û mûsaw ’îsaşman řa’espard, ke her le ser em dînebin û meşî ken be çendiberekî. ewey êwe bexołkî řadegeyênin, bo ewaney şerîk bo xwa peydadeken, zordijware. xuda herkê bixiwazê, le naw xełka deybijêrê û her kesêkîş berew ew bigeřêtewe, berewxoy şarezay deka.

14) neş bibune destedeste, megîn wextê basî em dîneyan zanî. êreyî le naw xoyanda le ber yekî hełweşandin. xo’eger perwerindey to zutir mawey bodyarî nekirdinaye, demêk bû karyan kirabu. ewaney kitêbekeşyan le paş ewan bobecê ma, lêy kewtine bê baweřî û gumanewe.

15) sa bo’eme, to gazî lemerdim bike û herwek fermanit pêdrawe, her surbe le ser em karew şwên arezûyan mekewe. bêje: min be herkitêbê xuda nardûyetexwarê, biřwam heye; fermanîşim pêdrawe, be yeksanî bekarubartan řabgem; ême û êwe xuda perwerindemane; kirdewey xoman boxoman, kirdewey xotan boxotan; le nêwan ême û êweda cê bo behane nemawe; xwa hemûman le yektir kodekatewew çarenusîş her lay ewe.

16) emaney lemeř xudawe biřubehaneyan heye, le paş ewe ke be dengîşyewe hatûn, hemû biřubehaneyan lelayen perwerindeyan bê bayexew weber tûřeyî kewtûn û betundî cezrebe dedrên.

17) ew xudayey em kitêbey bořastî nardotexwarê, terazuşî degeł henard. to çuzanî? lewaneye hatnî qyamet nizîk bê.

18) ewaney baweřyan nîye ewřojedê, pele lehatnî deken; ewkesaneş ke baweřîyan hênawe, lêy detirsin; deşzanin ke ewe řaste. baş bizanin ewkesaney lesełařabun diřdongin, zor leřê durkewtûnewe.

19) xuda derbarey ’ebdanî bevyane. beher kes xoy meylî lê bê, bijîw deda. xawen hêzu destełatîş her ewe.

20) her kesêkî dahatî dwařojî bwê, dahatî pitir dedeynê. kêş dahatî lem dinyayeda gerek bê, lem. dinya beşî dedeyn û lewdinya beşêkî nîye.

21) axo ewan şitanê wa beşerîkî xwa dezanin, ke dînêkî wehayan bodahênabin û xuda îcazey nedabin? eger biřyarî yekcarî derneçuba, karekeyan debřayewe. naheqekan cezrebey bejanyan debê.

22) ew naheqane debînî, le’akamî kirdewey xoyan detirsin; dyare her tuşîşyan debê. ewkesaneş kebune xawen baweřu akarçak bûn, le seyrangay baxekandan û çî xoyan arezû biken, le’alî perwerindeyan pêyan dega. emeş bexşişê mezne.

23) beme xuda mujde be ’ebdanî deda, kebune xawen baweřu akarçak bûn. bêje: emin mizyekim lengo nawê, megîn xoş wîstinî xizmenzîkekan. her kesîş çakeyek bika, pitir çakey degeł dekeyn. xuda le guna debuřê û be çakey ’ebdan dezanê.

24) yan debêjin: diro bo xuda hełdebestê. eger xuda meylî lê bê, mor be ser diłtewe denê. xuda – her befermanî xoy – puç le’arada nahêłê û řastî lecê, cêdardeka; ew beherçî le naw diłanda debûrê, agadare.

25) her ewîşe pejîwanî le ’ebdanî qibuł dekaw lekare xirapekanyan çawdepoşê û le hemû kirdewekantan agadare.

26) ewaney xawen baweřn û akarçakin, nizayan lê qibuł dekaw leçakey xoy beşî zortiryan dedatê. bo xudanenasekanîş, cezrebey zordijwar heye.

27) eger xuda – bê seruber – bijîwî bo’ebdanî xoy binardiba, le zemînda yaẍî debun; bełam herbemeylî xoy û be’endazey beřê deka, ke xoy le’ebdekanî xoy agadar û çawedêre.

28) her’ewîşe paş nahumêdbun lebaran, barane dadebarênê û dilovanî xoşî biławdekatewe. her’ewe bo meznayetî eşê her pesnidî bidrê.

29) her lenîşananî ewn: dahênanî em asmanane û zemînew ewhemu caneweraney – ke le nêwan ewdiwaneda – biławî kirdûnetewe. hergaş boxoy meylî lê bê, twanay heye hemûyan kobkatewe.

30) herga tûşî bełayek bûn, be hoy kirdewey xotane; lezor gunahekanîştan çawdepoşê.

31) naştiwanin lem serzemîne, xo le xuda bidzinewe. ẍeyrez xudaş, ne hîç gewreyektan heye, ne kesîş dehanatan dê.

32) her lenîşananî ewn: ewgemyaney – ke çya’asa – lenawderya dên û deçin.

33) eger ḧezka, ba řadegrê û le ser derya beqetîsî demênnewe; ke lemeda bo ewaney xořagru supaskarin, bełge firen.

34) yan le sizay kirdeweyan tûşî nuqim bunyan bika. lezorê le gunahanîşyan debûrê.

35) ta ewaneş derbarey nîşanekanman kêşedeken, bizanin ke hîç deretanêkyan nîye.

36) herçî be êwe dirawe, hoy jyane le dinyaye. ewşteş ke lay xudaye, bo’ewxawen baweřaney her be perwerindey xoyan pişt esturin, baştirew bepêztirîşe.

37) ewaneşin letawanî gewre durin û le kirdewey şureyî deprîngênewew le cengey tuřebunyanda ’efudeken.

38) ewkesaneş ke be dengî perwerênyanewe çun û nwêjdeken û kargelîşyan beřawêjew lewbijîwey pêman bexşîwin, debexşin.

39) ewkesaneş eger zorêkyan lê bikirê, tołey xoyan dekenewe.

40) siza bo herxirapeyek, xirapeyekî wek ewe. kêş letołe çawbipoşê û koşiş bo’aştî bika, padaşî le ser xudaye. bê so xuda naheqkaranî xoş nawên.

41) ewkesaney le paş naheqî lêkirdin, tołey xoyan destênnewe, xetabar nîn.

42) xeta her lewkesaneye – nařewa – naheqî lemerdim deken û akaryan lewłatda be milewřye. ewane azarêkî bejanyan debê.

43) bokesêkî xořagirbê û letołe çawpoşî bika, eme yekê lekare pesnidekane.

44) her kesê xwa lêy gořîbê, îtir kesî beşwên ewa, nabê bedost. to debînî ewaney naheqîkarin wextê cezrebe debînin, êjin: axo hîç derertanêkman heye?

45) ke deyanbene ser agir, deyanbînî zorbeserkizî damawin û lebnewe çaweçawyane. xawen baweřanîş êjin: zyanbaran ewkesanen ke xoyan û kes û karyan, řojî seła dořandiwe. baş bizanin ke ew naheqî kerane, hetaser her le’azardan.

46) ẍeyrez xuda hîç kes dehanayan naye. her kesêkî xuda gumřay bika, hîç řêyekî bonamênê.

47) ber lewe řojê bê ke le lay xudawe hîç geřanewey bonye, befermanî perwerindey xotan biken. ewê řojê hîç penatan des nakewê û hîç ḧaşatan pê nakirê.

48) sa’eger her xoyan bward, ême toman boye nenard le ser ewane pasdarbî; tenya ewendet lesere, mebesteke řabgeyênî. ême herga karêk dekeyn miro tamî bezeyî ême biçêjê, xoşyan lê dê û eger be hoy kirdewexrapekanyan dekewne çortimêkewe, her dezanin pênezan bin.

49) lew asmananew zemîne fermanřewa herxudayew çî bixiwazê dirus deka; beyekê kiç debexşêt û beyekê kuř; îtir bemeylî xoyetî.

50) yan civîkî kuřu kiçanyan dedatê û meylî lê bê, hêndêkanîş nezok deka. her xoy zanayew twanaye.

51) hergîz xuda hîç kesêkî leřubeřu, nedwandiwe. yan fermanî leřay diłyewe narduwe, yan lepişt perdewe buwe, yan qasîdêkî nardiwew îznî dawe çî dexwazê bedłî řabgeyênê. her ew cê berzu karzane.

52) her bem coreş, ême le fermanî xoman, gyanêkman narde lay diłit. to depêşda netdezanî kitêb kamew biřwa çîye? bełam ême eweman kirde meşxełêk ke ’ebdanman – ewaney xoman bixiwazîn – bewe dexeyne serřêga. toş leřasteřê, řêberî.

53) řêge berew ew xudaye, herçî le’asmanekan û herçî lezemînîşdaye, her bo’ewe. baş bizanin! hemukarêk her bo lay ew deçêtewe.