22- ḧec

Li pirtûka:
Qur’anî Pîroz Be Kurdî
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 13 Xulek  786 Dîtin

we naw xuda ke dehnide û dilovane

1) ey xełkîne le perwerindew bitirsin, bûmelerzey řojî seła řûdawêkî zor girînge.

2) řojê çawtan pê dekewê, g şîrderêk şîrexorey le bîr deçê û herçî tolî le zigdaye berdawêjê. wadezanin hemû ew xełke serxoşin; xo mestîş nîn, bełam azar le xudawe zor dijware.

3) hêndê kes hen, be bê ewe hîç têgeybin kêşey lemeř xwa dekewn û dekewne dûy hemû şeytanêkî bedfeř.

4) bo şeytan biřyar dirawe û boy nûsrawe, ke her kes bibête dostî, dyare ew le řê lay deda û berew azarî agirî beřê deka.

5) ey xełkîne! eger le zîndûbunewe begumanin, sa bizanin ême êweman dirus kird, heweł le ax, paşan le tinokeyek û paşan le cełtexwênêk û paşan le pile goştêkî bîçim pêdraw, yan pê nedraw, ta pêtanî biselmênin. çîman bwê ta maweyek dexeyne naw pizdanewe û paşan be sawayî dewhênîne derê; ewsa [mawetan pêdedeyn] heta degene twanayî. hêndê le êwe demirin û hêndêktan dexrêne pîrî û kelelayî, heta herçî deyzanê le bîrî bika. em zemîneş debînî - bê hest û xuste - herga baranman lê barand, be xoda dê û geşe deka û hemû cûtêkî dîmen cwan, řuwek le xoyda deřwênê.

6) eme bełges ke beřastî xuda heqe û emîşe miryan zîndû dekatewe û her ewîşe leser her şitê twanaye.

7) řojî qyametîş bê guman her wedî dê û her xuda xoy ew kesaney ległikodan - hemûyan - derdexatewe.

8) le naw xełka hî waheye, lemeř xuda kêşe deka, bê ewey çî lê bizanê; ne hîç şarezayî heye û ne kitêbê ke boy řoşin bikatewe.

9) be fîz mil belawe denê, ta xełkî le řêgey xuda kila bika. le dinyada beşî her sûkayetîye û řojî sełaş le êmewe janî sûtanê deçêjê.

10) eme sizay akar û kirdarekete; xudaş hergîz naheqî le ’ebdan naka.

11) her lem xełkeda î wahen, be dûdłî xwaperiste; eger çakeyekî tûş hat, bewe le xwa diłnyaye; eger bełaşî beser dê, berew paş degeřêtewe. dinyaş û qyametîşî çû, dûsere zerer emeye.

12) leẍeyrez xwa, hana bo şitê wa deba, ke ne zyanî lê deda ne qazancîşî pê deda. eweye le řê hetłe bûn.

13) hana bo kesê wadeba, zyanekey le qazancî nizîktire. ay çi yarêkî bedkare û çi hawdemê nalebare.

14) ewaney xawen baweř û akarçakin, xwa deyanbate baẍatêk cobaryan be berda deřwa. dyare xuda herçonêkî bwê deyka.

15) kê pêy waye ke xwa le dinya û qyametîş dehanay [pêẍember] naye, ba be petêk xoy hełwasê ta dexnikê; deba bizanê bem fêłe oxey diłî dê?

16) bew awayeş ew qur’aneman narde xwar, ke nîşanegelêkî řoşin kerewen. her kesêkîş xwa byewê, şarezay berew xoy deka.

17) ewaney biřwayan hêna û ewaney bûne cûleke û subbî û mesîḧî û mecûsî û ew kesaneş şerîk bo xuda denasin, dyare xuda řojî seła be karî hemuwan řadega. dyare xuda le hemû şit agadare.

18) to nabînî ew kesaney wa le naw ’asmanekan û ewaney le zemîndan û xor û heyv û estêrekan û kosar û dirextan û canewer û zor le merdim sujde her bo xuda deben? zorêkîş azaryan bo biřyardirawe. xuda herkê tûşî sûkayetî bika, taze kes řêzî lê nanê. dyare xuda herçî arezûy bê deyka.

19) em duwane leser perwerindey xoyan kêşeyane: ewaney bûne xwanenas, kirasêkî agiryan be bejnî biřa; awî germî datułênyan leserřa beserda dekirê.

20) her bew awe qijkuławe, henawyan be pêstyanewe dadebełoxê.

21) ber gurzî asnîş dedrên.

22) ta gerekyan bê le meynet řizgar bibin, hes dedrênewe bo nawî: dey janî agir biçêjin!

23) ewey baweřyan hênawe û akarçakin, xwa deyanbate baẍatêk cobaryan be berda deřwa. xişłyan bazney le zêř û mirwarîye û bergî beryan hewremîşe.

24) berew witarî pakij û berew řêgey xudapesind, řêgeyan dirawe.

25) ewaney xudanenasin û debne lemper le řay xuda û ew «miscdalḧram» ey ke kirdûmanete [perisge] bo hemû xełk - çi nîştecê û çi ẍeware - [tûşî sizay dijwar debin]. her kesêkîş lewê desdirêjî bikaw le řê lada, azarêkî zor bejanî pê deçêjîn.

26) ewḧane ke îbřahîm man le cê em małe enwada, ke: nekey kes bikey be şerîkî min û małî min xawên kerewe, bo dewreder û wêstaw û kiřnoşker û sujdeberan.

27) bangewazî xełk bike bêne zyaret; ba be pyadeyî û be swarî, tenanet leser çarewêy le cerîşřa, le řêy dûr û dirêjîşřa, be to bigen.

28) ba bêne behre birdinê bo xoyan û le çend řojî dyarî kiraw, leser wiłsatê pêy dawin, yadî nawî xuda biken. xotan le goştyan bixon û ba ew kesaneş lêy bixon ke tamezron û hejarin.

29) le paş ewe gemar le xo dûrxenewe û nedrekanyan pêk bênin û ba xul bixon be dewrî małî kewnara.

30) a bem core û her kes destûratî xuda beřêz bigrê, le lay perwerindeyewe boy çatre. patałîştan bo řewaye; megîn ewî ke pêtan řadegeyenrê. le gemarî bitekan dûreperêz bin; le diroş xobparêzin.

31) be diłî pak bo xuda bin; şerîkî bo peyda meken; her kesêkî şerîk bo xuda binasê, wek eweye le ḧewawe hełdêrawe û mel têy řobên, yan bayek hełîdaştibê bo şwênêkî dûrî çepek.

32) dyare her kes ew pêwdaney xwa daynawe řêz lê bigrê, nîşaneye, ke be dił le xuda detirsê.

33) ta maweyê nawdêr kiraw behrey wiłsatû pêdega, ewsa cêy serjê kirdinyan lay małe kewnarakeye.

34) bo hemû xawen aynan yasay qurbanî kirdinman dyarî kird; tawekû leser wiłsatê ke bo řozî pêman dawin, ewan nawî xuda bênin. xway êwe tak û tenyaye; xotan bidene dest em û mijde bew kesane bide ke xoyan be kem dezanin.

35) ew kesaney heta nawî xuda debyen, diłyan tirsî řê denîşê û herga bełayan beser dê, xořagirin û nwêj deken û lew řozî ême pên dawin, le řay xuday bext deken.

36) boman danan, ke wiştirî qurbanî lewaneye ke ber yasay xuda dekewê; êweş behreyan lê deben. ta be pêwen, nawî xwayan leser bênin. herga leser tenîşt kewtin û serjê kiran, lêyan bixon; tamezroy şermêwnîş û parsekî lê bê beş meken. ême ewanen bo êwe destemokird, beşkû şukiranebjêr bin.

37) goşt û xwênî ewane bo xuda naçê; tenya hestî tirsû le xwaye bew dega. ewaney awehayne bo êwe řam kird; heta basî meznayetî û supasî xuday xo biken; ke em řêgey nîşan dawin. mijdeş be karçakan bide.

38) xuda leser ew kesane dekatewe ke baweřyan pê hênawe; çunke xuda giş xeyanî pê nezanî naxoş dewên.

39) ew kesaney şeřyan beserda sepandûn, çunke naheqîyan lêkirawe, detwanin tołey xoweken. xudaş detwanê seryan xa.

40) ewaney her le naheqî le zêdî xoyan derkiran, gunahyan her ewende bû ke deyan wit: xuda perwerindemane. eger xuda hêndêkanî be hêndêkan řaw nenaba, dêr û kilîsa û kenişt û mizgewtekan - ke lewanda fire nawî xuda debrê - wêran dekiran. xwa dehanay ewane dê ke yarîdey xuda deden; dyarîşe xwa zor behêz û destełate.

41) ewaney wa eger lem zewîneda dayanmezrênîn, nimêjker û zekat derin û ferman be çake deden û ber le karî xirap degirin. ser’encamî hemû karîş her bo xwaye.

42) ger emane eto be dirozin dezanin, pêş emaneş hozî nûḧ û ’ad û semûd, her eme pîşeyan buwe.

43) dîsan hozî îbřahîm û hozî lûtîş.

44) xełkî medyenîş herweha. mûsaş be dirozin zandira. ewsa ta maweyek wazman lew xwanenasane hêna, paşan ẍezebim lê girtin, bełam çon ẍezeb girtinêk!

45) ay ke qiřman deçend şarî naheqan xist; daryan beser berda dira; dewrî çaławyan çoł kira; koşkî pitewyan têk dira.

46) axo hêşta be zewîda negeřawin, ta bibne xawen diłan û gwêçkegelê ke pê têbgen û bibîsin? le řastîda çaw kor nabin; ew diłane kwêr debin ke cêyan le naw sênekane.

47) bo azarêt lê be pelen; xudaş hergîz le bełênî paşgez nabê. taqe řojêk le kin perwerindet, be qed hezar sałe ke êwe ḧîsabî deken.

48) be zor şaran - ke naheq bûn - mołetim da û le paşana weber tûřeyî xom xistin.

49) bêje: merdim! emin bo êwe tenya her tirsênerêkî aşkiram.

50) ewaney biřwayan hêna û akarî çakyan řeçaw kird, lê xoş bûn û bijîwêkî başyan debê.

51) ew kesaneş koşşyan kird ke nîşanekanî ême geşe neken, pêşyan wabû ke detwanin destełatman lê bistênin, ewane yarî dojehin.

52) le pêş toşda ême herçend pêẍember û řaspardeman narduwe û le nîşanekanî êmey be merdim řageyanduwe - îllan û bîllan - şeytan [be helî zanîwe û le xoyewe] şitêkî depał axnîwe. ewsa xuda fend û fêłekey şeytanî pûç kirdewe û; le dwa carda nîşanekanî xoy pitew kirdotewe. xuda zanay lekarzane.

53) heta webka ewey şeytan hawîştûyete nawyewe, bibte mêmił bo ewaney diłî deẍezdaryan heye û diłyan řeqe. naheqan bo dijayetî zor çûnepêş.

54) ta zanakanîş bizanin, eme řaste [û] le perwerindey tořaye; îtir biřway pê biken û diłîşyan pê dabmezrê. herkê baweřyan pêy heye, bê so xuda şarezay řasteřêy kirdûn.

55) ewaney xudanenasin heta êstaş lê dûdiłn, ta - guz û gummet - sełayan lê řadebê; yan be řojêkî humêdbiř dekewne naw azarewe.

56) ewê řojê her xuda fermanřewaye û be karî giştan řadega. ewsa ewî xawen biřwa û akarçak bûn, le baẍatî piř xêrubêr dademezrên.

57) ewaney xwanenas bûn û nîşanekanî êmeyan be diro zanî, beşyan cezrebedanêkî awřûbere.

58) ew kesaneş le řay xuda aware bûn, paşan kujrawin yan mirdûn, xudê řozîke gelek řind dedate wan. dyare xuda diławatir le hemû řozî derêke.

59) her deyanbate ew şwêney ke xoyan ḧezî lê ken. xuda zanay le serxoye.

60) eger naheqî lêkirawêk bo tołey xoy des bibzêwê û dîsan naheqî lê bikirê, bê gumane xuda komekî pêdeka. xwa lêburde û guna bexşe.

61) çunke xuda şew deřojê hełdekêşê û řojîş dexate naw şewê û her xoy ebînê û ejnewê.

62) çunkû her xudaye řaste û, her şitêkî beder lew hanay bo deben, le piřupûç beder nîye û baładestî here mezin her xudaye.

63) ey net dîwe xwa baranî lew ḧewayewe barand û zewî pê kesk hełgêřa? dyare xuda le hemû wirdekarîyek agadare.

64) herçî lew ’asmananeye û herçî le zemînda heye, małî ewe û xuda bo xoy bê nyaze û her debê tarîfî bikirê.

65) ey net dîwe, herçî le zemînda heye bo êwey kewî kirduwe û gemyeş her be fermanî ew [le duř] deryada řewane û, em ’asmaney řagirtuwe ke beser ’erza nekewê, megîn xoy îznî leser bê? bê so xuda bo em xełke, zor diłsoz û dilovane.

66) her ewîşe jî pêdan û le paşan detanmirênê, paşan jîw pêdedatewe. řastî miro naspase.

67) her komełêk řêwşiwênêkman bo danawe, ke her bew pêwdane biřwa. sa nabê leser em kare ewan kêşet degeł biken. to her berew perwerindet gazî bike û sûr bizane ke to leser řêgey řastî.

68) eger kêşeşyan pêkirdî, bêje: xuda agadartire lew karey êwe deyken.

69) xuda le řojî qyameta, ew şitanew bo yekała dekatewe ke leseryan kêşetan bû.

70) merto net zanîwe herçî le asman û zewîdaye xwa deyzanê? eme giş le defterdaye û em kare bo xwa hasane.

71) şitî wehay ẍeyrez xuda deperistin ke bełgeyekî pitewî bo nenardotexwarewe û, xoşyan hîçî lê nazanin û naheqanîş hîç yarîdederyan nîye.

72) katê nîşane aşkirakanî meşyan be serda dexwênrêtewe, le çiřuçawî xudanenasekanda, nîşaney ḧaşa debînî û lewaneye hêrş berne ser ewaney ke nîşananî êmeyan be serda dexwênnewe. bêje: axo pêtan bêjim keçî leme xiratre? ew awrey ke xwa bełênî dawe be bê baweřan; pek lew akame xirawe!

73) ho xełkino! meselêk hênrawetewe gwê bo bigirin: le xwabeder, ewaney hanay pê deben, eger hemûyan weko bin, natanin mêşê saz biden. eger mêşîş şitêkyan lê biqapênê, natwanin lêy bistênnewe. dawakar û dawakiraw çend zebûnin.

74) xwayan - wek hêjay nasîn bê - nenasîwe. xuda yekcar twanaw bedestełate.

75) xuda le naw firiştekan peyam nêrî hełdebjêrê û le nêw miroşda herwetir. xuda bîser û bînaye.

76) lewey ke êsta deyken û leweş kewa kirdûyane, agadare û hemû karîş her deçnewe berdestî xwa.

77) ey gelî xawen baweřan! perwerindew biperistin, kiřnoş û sujdey bo berin, çakeş biken; lewaneye řizgar bibin.

78) be dił û daw - wek pêwîste - le řay xuda biçne xeza. ew her xoy êwey hełbijard; lem dîneşda tûşî zeḧmetî nekirdûn; her aynî îbřahîmî bawetane; le pêşda û lem qur’aneşda, her ew nawî nan musułman; ta pêẍember be şayet bê leser êwe û êweş şayet bin leser xełk. sa nwêj ken û zekat den û piştû her be xuda bibestin; ay çen gewre û yarîderêkî hêjaye.