20- taha

Li pirtûka:
Qur’anî Pîroz Be Kurdî
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 14 Xulek  961 Dîtin

we naw xuda ke dehnide û dilovane

1) ta, ha.

2) em qur’anen bo nenardî tûşî çewsanewe bî.

3) tenha bîrhênaneweye bo kesê ke tirsî heye.

4) lelayenî dahênerî em zemîn û asmane biłindanewe hatotexwar.

5) ew xudayey leser textî xoy damezra.

6) herçî heye le asmanan û zemînda û herçîyekyan le nêwandaye, giş bo ewe û herçî le jêr xakîşdaye.

7) eger dengîşt hełbiřî, ew be řaz û hêdîkatrîş dezanê.

8) xudayêke leẍeyrez ew kes bo peristinê nabê; nawe here pîrozekan her bo ewn.

9) axo serguruştey mûsat bo hatuwe?

10) ew kate agirêkî dî û be mał û xêzanekey gut: lêre mebzûn, min agirêkim be dî kird; beşkû lewê xetîreyektan bo bêrim; yan kesêkim - bo şareza – her lewê wedes bikewê.

11) demê geyşte ber êgir, gasî lêkira: ey mûsa!

12) min, minim perwerindey tom. şekalekanit bawêje. to way le naw şîwî pîrozî «twa» da.

13) her xomim tom des nîşan kird; sa gwêdêrî řaspêrî be.

14) emin xwam, cige le min xway tir nîye; sa to her min biperiste û nwêjê bike ta webîr xotim xeytewe.

15) řojî seła ha le řêda; min demewê ke carê aşkira nebê û bîşêrmewe, ta her kesê berey koşşî des kewê.

16) ewî baweřî pêy nîye û şwên arezûy xoy kewtuwe, neka toy lê weprîngênê û bełay belatet tûş bwê.

17) ey mûsa! ey eme çîye ke le destî řastit daye?

18) gutî: eme ’asakeme, weber piştî xo dedem û gełay pê dadewerênim bo řanekem, çend îşî dîşî pêdekem.

19) gutî: mûsa bîhawêje!

20) ke hawîştî, lepiř dîtî wa marêke û dişêłehê.

21) gutî: bîgre û tirist nebê; her êstake deyxeynewe terḧî pêşûy.

22) destîşt bixe baxełit – be bê azar – dête derê wek çořî şîr; [emîş] nîşanêkî tire.

23) ta ême le nîşananî here girîngî xomanit nîşan bideyn.

24) řêkewe bo lay fîr’ewn, yekcar şûy lê hełkêşawe.

25) gutî: ey perwerindey min! pişû dirêjtirim bike.

26) karîşim lê sana bike.

27) gîryekim le zimandaye, bom řeha ke.

28) ta de’axaftinim bigen.

29) le xizmanim arîkarêkim bo danê.

30) [mebest] hařûnî birame.

31) piştî minî pê pitew ke.

32) bîşîke şerîk le karim.

33) ta ême, zêde pesnî pakî to bideyn.

34) gelêkîş yadî to bikeyn.

35) to çawedêrît lê kirdûyn.

36) gutî: mûsa! herçî to wîstit pêt dira.

37) carê tirîş toman weber çakey xo xist.

38) katê ewey ke pêwîst bû awîtmane diłî dakit;

39) ke: bîxere darbestewe û bîhawêjere naw zêwe; ba zêş bîxate kenarê û dijêkî min – ke dujminêkî ewîşe – bîgrêtewe. vyanî xom xiste ser to, ta le jêr çawedêrî xom biperwerêy.

40) katê xuşkit deçû deygut: gerektane kesêktan bo bidozmewe ke botanî be xêw bika? ta bem core hênamanyewe lay dakit, ke çawî pêt řûn bêtewe û xemê nexwa. ey mûsa! emeş dezanî yekîş be destit zaye bû; lew xemeş řizgarman kirdî, çend carî dîş ezmûmanî. çend sałêkîş le naw xełkî medyena may; paşan le ser biřyarî xon ewa hatî.

41) min tom kirde taybetî xom.

42) be nîşanegel minewe lel biraketa řêkewe û le webîr hênanewey min sistî meken.

43) herdûk heřne nik fîr’ewn, ew le řadey derkirduwe.

44) nerim û nyanî bidwênin, şayeta bîr bikatewe, yan bitirsê.

45) wityan: perwerindey ême! tirsin heye lên derhełbê û yan tewaw le şorî derka.

46) gutî: hîç tirsêkû nebê, min lel êwem. ebyem, çawîşîm têweye.

47) sa biçne lay û pêy bêjin: ême hertik řaspardey perwerindey toyn; to toremey îsřa’îlman řegeł bixe û [çîtir] meyan çewsênewe. wa bełgeşin le alî perwerindetřa bo hênawî; dirûd leser ew kesaneş bê, le rasteřê, lanekewê.

48) be ême řageyenrawe ke her kesê biřwa neka û piştî têka, azar derê.

49) gutî: mûsa! perwerindey êwe kêye?

50) gutî: perwerindey ême ew keseye ke be hemû deskirdî xoy hemû pêdawîstî dawe, paşanîş řêy nîşan dawe.

51) gutî: berew çînekanî pêşû çon bûn?

52) gutî: le defterêkdaye le lay perwerindemewe û ew deyzanê. perwerindem ne hîç şitî lê gum debê û ne hîçîşî le bîr deçê.

53) kesêke zewî bo kirdin be řayex û řêbazgelêkî bo êwe têhełkêşaw, awêkîşî le ḧewayewe dabarand, ke zor cûtey corawcorî řuwekanman pê derhêna.

54) bixon û wiłsatekeştan biçerênin; ke lemeda zor nîşane bo xawen awezan heye.

55) le zewîman berhem hênan, dîsan detanxeyne nawî û carêkî tir lewêtan derdexeynewe.

56) ême hemû nîşanekanman nîşan da; ew her biřway pê nekird û gwêy pê neda.

57) gutî: ey mûsa! axo to hatye laman, ta be cadût le ’erzî xoman dermankey?

58) merce êmeş cadûy wek emet bo bênîn. sa xot bo ême û bo xoştan cê jwanêkî letextanê řeçaw bike; ne me û ne to, hîçman tenexî lê nekeyn.

59) gutî: cê jwan le řojî řazanewe bê, le wextî çêştengawêda ke merdim xiř dekirênewe.

60) fîr’ewn [civatî] cêhêşt û fêłî xoy [gişt] ko kirdewe û geřayewe.

61) mûsa be fêłbazanî gut: neçin be dem xudawe diro hełbestin; be cezrebe giştû terit û tûna deka. kê buxtanê be xwa bika, dem le pûşe.

62) lêyan bû be miqomqo û milyan le sirtekirdin na.

63) gutyan: dyare ewane dû cadûgerin, deyanewê be cadûyan le herdî xotan derken û nerîte here başekew le naw berin.

64) fêłî xotan ko kenewe û paşan hemû beřêz werin. emřo her kesê serkewê, řizgar debê.

65) gutyan: ey mûsa! yan bawê, yan ême pêş to dawêjîn?

66) gutî: na êwe bawêjin. lepiř mûsa – le cadûy wan – way guman bird petekan û ’asakanyan dên û deçin.

67) mûsa ewsa le diłî xoya kemêk tirsa.

68) gutin: hîç tirsêkit nebê, to sertirî.

69) ewî le destî řastitda bîhawêje, herçî eman kirdûyane qwîtî deda. ewaney ew kirdûyane, tełekey cadûgerane; cadûgeran le her kwê bin sernakewn.

70) cadûger sujdeyan bird û gutyan: biřwan bewe hêna mûsa û hařûnî perwerand.

71) gutî: ber lewe řêw bidem, êwe biřwatan pê hêna. derkewt ew meznitane û dirzî cadûgerî dadan. sûr bizanin hemû dest û payekantan be pêçewane debiřim û be koterey darxurmayanû dadekem; sa têdegen êşandinî kê tunditir û piř kêştire.

72) gutyan: le dway ew nîşananey dîwmane, swênd bew kesey ke êmey dirus kirduwe, hergîz bo to desman pê lew hełnagîrê; sa herçîyekî le destit dê dirîẍ meke; to her tenya le jînî em dinyayeda destit deřwa.

73) ême biřwan be perwerinden hênawe; heta wekû le hełekanman bibûrê û lew cadûgerîyeşman xoş bê; ke to beserta sepandîn. xwa çatre û her deşmênê.

74) her kesê be tawanbarî biçête lay perwerindey, dyare beşî cehendeme û – nemir, nejî – tya debê.

75) her kesîş xawen baweř û akarçak bê û biçête lay, enway ewan wan le pile berzekana.

76) nişîmenyan baẍatêke cobaryan be berda deřwa û tahetaye tya debin. emeye padaşî pakan.

77) îtir be mûsan řageyand, ke wêřay ’ebdekanî min be şew biřo, řêyekî wişk û birîngyan le derya bo řeçaw bike; ne nîgeranî girtin bew ne bitirse.

78) fîr’ewn be xow le şikirewe kewte dûyan. pêlî derya hate seryan û day poşîn.

79) fîr’ewnîş řêy le gelekey hełe kird û neykira şarezayan ka.

80) ey weç û berey îsřa’îl! leber çengî dujminû řizgarin kirdin; boşman danan – lelay řastî çyay tûrê – bigene lam; gezo û melî şêlaqeşman bo nardine xwar.

81) lew bijîwe pakaney pêman dan, bixon; bełam hełeřoyî meken; neweka lêtan tûře bim. her kes tûşî tûřeyîm bê, hełdêrawe;

82) her kesêkîş tobekar û bawerdar û akarçak û şarezay řasteřêge bê, min deybexşim.

83) ey mûsa! ewe çone le hozeket beleztir bûy?

84) gutî: ey perwerindey min! pelem bû zû bigem be to, hetawekû lêm řazî bî; wa ewanîş han le dûy min.

85) gutî: paş to ême hozeketman ezmû. samrî le řêy derkirdin.

86) ewsa mûsa – be tûřeyî û dax le diłî – hatewe bo naw hozekey. gutî: gelo! axo perwerênî êwe bełênî başî pê nedan? boçî min zorim pê çuwe, yan her wîstû ber tûřeyî perwerindetan bikewn, wa peymanî mintan şikand?

87) gutyan: ême be xoşî xo peymanekey toman neşkand. çend bar xişłî gelekeyan le koł nabûyn, naçar awîtne naw bote; herwa samrîş têy hawîşt.

88) îtir kotełî golkêkî bo derxistin ke eybořand. ewsa wityan: emeye xuday êweye û xway mûsaşe; [ca mûsa eme] le bîr çû.

89) axo emane nabînin, ne cwabêkyan dedatewe û ne zyanêkî boyan heye û ne qazancê?

90) hařûnîş berê pêy witin: gelo! hon bivî golkê xapênrawin; perwerêntan dehnidekey řozîtane. dewerin wedûy min kewn û fermanî min be cê bênin.

91) gutyan: lêy wela nakewîn, heta mûsa degeřêtewe bo laman.

92) gutî: hařûn! eger dîtit ewane le řê lakewtin, çî neyhêşt to,

93) şwênim kewî? axo toş le fermanî min serpêçît kird?

94) gutî: ey dayk birakem! řîşim berde û qijim megre. min lewe tirsam ke bêjî: to cudayît xiste nêwan min û berey îsřa’îl û leser qisem řanewestay.

95) gutî: samrî! em kare çi bû kirdit?

96) gutî: şitêkim bedî kird, ke ewanî dî neyandî: le dewsî řaspardekeda lawêçexołêkim hełgirt, ewîşim hawîşte nawî. awehayne nefsim ewey bo xemłandim.

97) gutî: desa biřo gum be! eşê heta jînit mawe, her bêjî tuxnim mekewn; çarenûsêkîşt heye her dête řêt. debiş noře, ew şitey to det perist û det gut: qet be cêy nahêłim, çito agirî dedeyn û xołekeşî le deryaye depřijênîn, be piřjandin.

98) peristîw her xudaye ke hemû şitêk dezanê û hîç şitî tir – le ẍeyrez ew – hêjay peristinê nîye.

99) a bem core serguruştey pêşînekanit bo êjîn. herweha em quř’aneşman le xomanřa dawe be to.

100) her kesê xoy lê neban ka, řojî seła barêkî giran hełdegrê.

101) hergîz le jêrî dernaçî. ay ke le řojî qyameta bo ewane çend barêkî nalebare.

102) ew řoje wa fû be kełeşaxda dekirê, ewê řojê tawanbaran ko dekeyne û; korin û şîn hełgeřawin.

103) hêdîka be yektir dełên: de řoj nebê, nemawnewe.

104) lew şitey ewan lêy dedwên, ême pitir agadarîn. le giştyan hêjatir êjê: tenya her řojêk mawnewe.

105) lemeř kêwan lêt depirsin. bêje: perwerindekey min her be hařîn deyanhařê;

106) deyankate deştêkî kakî be kakî;

107) ne hîç kendî tya debînî û ne hîç kospê.

108) lew řojeda wedeng kesêkewe deçin, ke be hîç bara xwar nîye. leber xuda hemû dengêk newî debê; çipeçp nebê nabîsî.

109) ewê řojê tika [bo kes] behre nada, megîn kesê xuda îznî tikay bida û qisekeşî pesind bika.

110) ew dezanê çîyan beser hat yan beser dê; her emanin ke lemeř ew hîç nazanin.

111) hemû merdim laremlî ew kesen ke her namrê û payedare; kê naheqêkî kirduwe, nahumêde.

112) her kesîş xawen baweř û akarçake, natirsê ke padaşekey zewt kirê ya kemtir bê.

113) her bem terzeş qur’anê be ’erebîman narde xwarê, gelêk mayey tirsandinên têxsituwe, beşkû pêy biprîngênewe yan xoyan webîr bênnewe.

114) payeberze ew xudaye ke pawşay řasteqîneye. toş berlewey ême pêtî řageyênîn, dibo [xwêndinî] em qur’ane pelet nebê û bêje: ey perwerindey min! geşe be zanistim bide.

115) berle êstaş degeł adem peymanin best; le bîrî kird û pêy nekira pêkî bênê.

116) ewsaş be firiştanman wit: sujde leber adem berin. hemûyan sujdeyan bo bird megîn îblîs; ew le ferman serpêçî kird.

117) gutman: adem! eme hem neyarî toye, hem neyarî jinekete; lem beheştetan der neka û tûşî qerebextî bibî.

118) [heta lêrey] ne qet řûtî řût têdeka, ne birsêtî;

119) ne qet têyda tûnî debî, ne tawan gaz.

120) şeytan diney xirapey da. gutî: adem! gerekte darî hermanit pê biłêm û ewî hete dwayî neye?

121) ewsa her dûk leberî darekeyan xward. şermî xoyan bo derkewt; xerîk bûn be gełay beheşt xo dapoşin. adem le fermanî perwerindey lay da û, le řê derçû.

122) paşan perwerindey, ewî hełbijard û pejîwanî qibûł kird û řêy nîşan da.

123) gutî: hertikû serberejêr daxozne jêr; serleber dijî yektirîn; er le minřa řênwênîtan hate la, ewsa her kes řêgey minî girteberê, îtir ne řê hełe deka, ne tûşî negbetî debê.

124) her kesêkîş be amojgarî min neka, jînî le tenganedaye û řojî sełaş kore le gořî derdexeyn.

125) êjê: ey perwerindey min! boçî minit be kwêrî zîndû kirdewe? xo min ewsa çawim saẍ bûn.

126) êjê: herwek to nîşanegel êmet bohat û le bîre xotit birdewe, emřoş to le bîr deçîyewe.

127) her kesêkî be nîşanegel perwerindey biřwa neka û le endazey xoy labda, eşê em derdey bideynê. dyare cezrebey dwařojîş tunditir û be mewdatre.

128) meger boyan dernekewtuwe – berlewan – her lew şwêney ewan pya dên û deçin, çend bereman le naw birdin. her lemeda bo ewaney be awezin, zor bełge hen.

129) ger bełênêk berle êsta le perwerindetřa neba, wextêkîş dyarî nekiraba, cezrebeyan beser dehat.

130) leser herçî ewan êjin, xořagir be. [hemû deman] – pêş tawhełat, pêş xorawa – her pesnî pakî ew bide û le betłekanî şewêda û le her dû alî řojêda sergermî supasî ew be, beşkû be awatit bigey.

131) çawit mede ser ew şitey ke dawmane be destegelê lewane, ke eme her xoşî jyanî dinyaye û her wîstûmane bîyan ezmiwîn. bijîwî perwerindey to çatir û berdewamtire.

132) be kesukarî xot bêje nwêjan biken; xoşt wazî lê mehêne. ême řozîn le to nawê; xoman bijîw be to dedeyn. le dwayîşda parêzgarî behre deda.

133) wityan: ey boç bełgeyekî perwerinden bo nahênî? edî bełgey aşkirayan le nûsrawanî pêşûda nehate la?

134) eger ême berlem qur’ane ewanman be azarêk le naw birdiba, deyangut: ey perwerênman! to berlewe wa bêçare û řîswa bibîn, boçî pêẍemberêkî xot bo nenardîn, ta be gwêrey nîşanekanî to bikeyn?

135) bêje: hemû çawenořn, sa êweş çawenoř bin, herbîna lêtan ḧałî bû: kê řêgey řastî lebere û bo şarezayî le sere.