14- îbrahîm

Li pirtûka:
Qur’anî Pîroz Be Kurdî
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 9 Xulek  835 Dîtin

we naw xuda ke dehnide û dilovane

1) elîf, lam, řa. kitêbêke bo toman narde xwarewe, heta xełkî - be îznî perwerindeyan - le tarîkî berew řûnakî wegwêzê; řêgey xawen destełatî şayanî hemû pesnêkyan nîşan bidey.

2) ew xudayey herçî le ’asmanekan û zemîndan, giş hî ewn. waweyla bo xwanenasan le cezrebey zor tundutîj.

3) ewaney jînî dinyayan le hîn ewla pê baştire, debne lemper le řay xuda û gerekyane xwaruxêç bê; ewane le gumřayîda zor pêwe çûn.

4) hîç pêẍemberêkman nenard, megîn be zwan gelekey xoy; ta heqyan bo řûn katewe. xuda her kesê ḧez bika gumřay deka û kêşî bwê şarezay řasteřêy deka û her xoy xawen destełatî lekarzane.

5) mûsaşman wêřay çend bełgey le xomanewe řa’espard, ke: hozî xot le tarîkayî řizgar ke û berew řûnakayî bere; řojekanî xudayan webîr bênewe; ke em kare bo hemû xořagrêkî supasguzar zor pendî başî têdaye.

6) ewsa mûsa be hozekey xoy řageyand: ew çakeyey xuda derbarey êwey kird, le bîr meken; ke le destî fîr’ewn û darudestekey derî hênan; zor xirap azaryan dedan, kuřekanyan lê ser debřîn, jinekanyan be zîndûyî dehêştewe û emeş ezmûnê gewre bû lelayen perwerindewřa.

7) perwerindetan řay geyand: eger şukirane bijêrbin, bow zyad dekem; xo eger serpêçî biken, cezrebem zor tundutîje.

8) mûsa gutî: ca eger êwe û her kesê lem ’erdeye nasupas bin, xwa nyazî be kes nîye û her şyawî tarîf kirdine.

9) axo êwe dengubasî ewanetan nebîstuwe ke berle êwe jyawin? wek hozî nûḧ û hozî ’ad û semûd û ewaney le dûy ewan bûn; ke xwa nebê, hîç kesî tir nayanzanê. pêẍemberekanî ewan be bełgey zor aşkirawe hatne layan. giştyan desyan xiste naw demî xoyan û gutyan: ême bew şitaney řaspêrawin baweř nakeyn; leweş êmey bo bang deken, zor be gumanîn.

10) pêẍemberekanyan wityan: axo êwe le dahênî ’erz û ’asmanan be şikin? bangitan deka ta le gunaḧanû xoş bê û ta maweyekî dyarkiraw lêw řawestê. gutyan: êwe her binyademe xomanen; gerektane lewaney ke bab û kałman deyanperist, wermangêřn? sa her bełgeyê pitewtan le cantada, pên binwênin.

11) pêẍemberekanyan wityan: arê êmeş binyademêkîn wek êwe; bełam xuda le her ’ebdêkî xoy ḧez ka, be çake deyxiwênêtewe; bo me naşê hîç bełgeyektan bo bênîn, megîn xoy îznî leser bê. ba herçî xawen baweřn, xoyan bidene des xuda.

12) ca çon ême xoman be xuda naspêrîn, ke her bo xoy řêgey řastî nîşan dawîn? her azarêkîşman biden, xořadegrîn. ba ewaneş xwa be piştîwan dezanin, xoyan bidene des xuda.

13) ewaney dijî xuda bûn, be pêẍemberekanyan gut: ême dyare lem serzemîney xomantan weder denêyn, yan dênewe ser ayînekey xoman. perwerênyan têygeyandin: ême naheqîykarekan gerek qiř keyn.

14) le paş ewan lem ’erzeda êwey lê dademezrênîn; emeş lemeř kesanêke ke le payeberzî min û le heřeşey min detirsin.

15) dawayan kird xuda derwêkyan lê weka. her kesêkîş ke milhuř û lasarêk bû, nahumêd bû;

16) le dwaşyewe cehendeme û eşê zûxaw bixiwatewe.

17) fiřî deka bełam be qêz û bêzewe û le giş lawe mergî bo dê ke naşmirê û cezrebey here bejanîş be dwayewe.

18) ewkesaney le perwerênekey xoyan ḧaşadeken, neqłyan neqłî ew bułeye ke lerojî řeşebada bay lê hełka. leweş bedesyan hênawe, natwanin behreyek biben. emeye le řê ladanê ke zor le řê wela kewtûn.

19) to nabînî xuday mezin ’asmanekan û zemînî her bo řastî çê kirduwe? eger xoy meylî leser bê, êwe deba û serlenwê î tir çê deka.

20) ke em kareş leber xuda giran nîye.

21) gişt le giştyan le lay xuda ko debnewe. kem destekan be baẍrekanyan êjin: ême peyřewî êwe bûyn; axo êwe pêtan dekirê le sizadanî xudaman biparêzin? êjin: eger xuda êmey şarezay řê bikirdaye, dyare êmeş êweman řegeł xo dexist. êsta bo hemû layekman - leserxo bîn ya bîkeyn be daduhawar - hîç deretanêk nemawe.

22) le paş karlekartirazan, şeytan dełê: xwa bełênî řastî pêdan, minîş bełênî xom pêdan; bełam dirom degeł kirdin. hîç zorêkîşim besertanewe nebû; ẍeyrez ewe gazîm kirdin, êwe be dengimewe hatin. êwe serkoney min meken, serzeniştî xotan biken; naştiwanim defryatan bêm; her wek êwe natwanin be firyam bigen. lemeş ke le pêşûda mintan be şerîkî xwa zanî, ḧaşam heye. bêgumane ewaney naheqîykarin, azarî bejanyan debê.

23) ew kesaneş ke biřwayan be xwa heye û akarçak bûn, be îznî perwerindeyan debrêne nawend baẍatêk řûbaryan be berda deřwa û tahetaye lewê debin û her be selam, xoşî û bêşî lêktir deken.

24) newdî xuda çilon mesel dênêtewe? qiseyekî be řê û cê, be şengedarêk deşbihê, řegî qaym dakutawe û liqî le teşqî asmane.

25) be îznî řahênerekey xoy çwar fesłe mîwey debê. xwa nezîlan bo ewxełke dênêtewe, beşkû pendî lê wergirin.

26) nezîley qisey nabecêş wekû pincêkî nacsine, ke le zemîn hełkenra bê û her xoy negrê.

27) xuda le dinya û sełada, be qisey pitew biřwadaran tunduqaym dekatewe. naheqîkaranîş le rêge la deda. xuda çonî bwê deyka.

28) edî net dî ew kesaney naşukiryan le beranber çakey xudada kirdewe û gelî xoyan berew hełdêrî zor heter řetanduwe,

29) le dojeha hełdeçoqên; pîstirîn binkeyan heye?

30) hawtaşyan bo xwa biřyarda, ta [xełkî] le řêy kila ken. bêje: carê xoş řabwêrin! çarenûstan agir debê.

31) to be ’ebde baweřdarekanim bêje nwêj biken û lew bijîwey beşman dawin - penamekî û be aşkira - xêrê biken; berlewe ew řoje dabê ke ne kiřîn û firoştinê le gořêye û ne dostayetî û hewałê.

32) ew xudayey asmanekan û zemînî dahênawe û le ḧewawe awêkî dabaranduwe, berubûy bijîwî êwey pê deřwênê; gemyeşî dawete destû - ke her be pêy fermanî ew - le zeryada bêt û biçê û em hemû řûbaraneşî bo řam kirdûn.

33) xor û heyvî bo êwe xistote berkar; westan û wiçanyan nîye. em şewgar û řojgareşî her bo êwe destemo kird.

34) herçî lêtan xwastuwe, pêy řewa dîwin. eger bêne ser jimarî çakey xuda, le jimardin dademênin. beřastî ke miro gelê naheqîykar û sipłeye.

35) katê ke îbřahîm gutî: perwerindem! hêmnayî bide bem şare û min û zarułekanîşim le bitperistî dûrxewe.

36) perwerindem! ew bitane xełkê zoryan le řê lada; sa her kesê şwên min kewt, ew le xome; her kesêkîş lêm yaxî bû, ewsa eto xeta bexşê dilovanî.

37) perwerindey hemû laman! min le naw şîwêkî qaqiř, le pena małî pîrozit, yekê le zarołekanim cê kirdewe. perwerênman! bo ewe ke nwêjan biken. desa toş karê wa bike xełk be dił xoşî bwên û le bijîwîş beşyan bide; şayeta şukirî to biken.

38) perwerênman! herçî nihênî û aşkiray ême hebê, to deyzanî û herçîyek heye - çi le ’erz çi le ’asman - hîçî le xuda gum nabê.

39) şukirane bo ew xudaye ke - be pîrî - îsma’îl û îsḧaqî be min bexşîwe. perwerindem nizay nizakar debîsê.

40) perwerindem! karê bike minîş û firzendanîşim sûr bîn le ser nwêj xwêndinê. perwerênman! du’ayekem qibûł bike.

41) perwerênman! řojî jimar ke damezra, le minîş û day û babim û hemû xawen baweřanî dîkeş xoş be.

42) pêt wanebê xuda le kirdey załman bê agaye; bełam deyanhêłêtewe ta ew řojey ke lewîda hemû çaw moleq dewestin.

43) le tirsana belez deçin; serugerdinyan řeq buwe; çawekanyan natrûkênin û diłyan betał û ḧetałe.

44) heřeşe lew xełke bike, lew řoje ke cizya dedrên. naheqkaran êjin: ey perwerindeman! to her kemêk mołetin de heta be dengitewe bîn û weşwên pêẍemberan kewîn. axir her bo xotan nebûn ke le pêşû swêndû dexward, ke hergîz le beyn naçin?

45) her çûne cêgey ewaneş ke naheqîyan lexo dekird û têş geyştin ke çîman beser wan hêna û zor nezîleşman bo gutûn.

46) mekirî xoyan dekar hêna û mekirekeşyan le xwawe bû; her çend ew mekirey ew kirdyan, çyaşyan pê hełdetekan.

47) pêt wanebê xwa lew bełênaney ke be pêẍemberanî xoy dawe, hîçga paşgez debêtewe. xuda xawen destełatî tołestêne.

48) řojê zemîn degořdirêt û debête zemînêkî tir; asmanekanîş herweha; ewsa hemû dêne ber baregay xuday tak û tenya û zał beser hemû şitêka.

49) ewê řojê tawanbarekan debînî be zencîr cele kirawin.

50) poşakyan qetranî řeşe û řûyan agir day poşîwe.

51) heta xuda her kesêkî - be gwêrey akarê kirdî - cizya bida. xuda - belez - be giş ḧîsaban řadega.

52) eme carêke bo merdim ta bew bonewe bitirsin û bîşîzanin ke ew xwayekî yektaye û ta xawen awezekanîş amojgarî lê wergirin.