3- alî ’îmran

Li pirtûka:
Qur’anî Pîroz Be Kurdî
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 37 Xulek  2192 Dîtin

we naw xwa ke dehnide û dilovane

1) elîf, lam, mîm.

2) ẍeyrez xuda hîç şit bo peristin naşê; her zînduwe û beser hemû şit řadega.

3) em kitêbey - beřast - ke bo to narduwe. baweř bew kitêbaneş deka ke berlewî le xwawe beřê kirawin; tewrat û încîlîşî le bera henard;

4) ta řênîşander bin bo xełk. furqanîşî [lewewdiwa] nard. ewaney ke le nîşanekanî xuda ḧaşayan kird, cezrebeyan zor bejane û xuda xawen destełatî tołestêne.

5) her şitêkî le zemîn yan le asmanan bê, le xuda weşêraw nabê.

6) her ewe herçonê ḧez ka - her le tolî daykanûda - bîçmitan bo dyarî deka û be ẍeyrez ew hîç şit bo peristin nabê; destełatdarî lekarzane.

7) her ewîşe em kitêbey bo to be xełat narduwe, ke lewêda ayetgelêkî pitew hen ke makin bo kitêbeke; têşîdaye wek yek deçin û manay corawcor hełdegirin. ew kesaney diłî deẍezdaryan heye, her ewane ḧez lê deken ke xełkî pê heł dexełetê û herçonî diłyan deyewê manayan lêk dedenewe ke ẍeyrez xwa nayanzanin. ew kesaneş ke zor zanan, ełên: biřwaman pê heye û emane giş le perwerindemanřaye û ẍeyrez ew dił wişyarane, be wirdî bîr nakenewe.

8) ey perwerindey g laman! le paş ewey řêgey řastit nîşan dawîn, diłman le řêy xot la mede û weber bezeyî xotman bixe. bexşindey here mezin toy.

9) perwerênman! her toy merdim lew rojeda - ke gumanî têda nîye - le yektir ko dekeytewe û bê so xwa peyman naşkênê.

10) ewê řojê mał û ’ewlad, de hanay ewane naye ke xudayan nenasîwe û çarî naçar debne desteçîley agir;

11) wek darudestey fîr’ewn û ewaney ber lewanîş bûn; ke nîşananî êmeyan be diro zanîy û xwa le sizay tawanî xoyan girtinî. xuda le tołesandina zor dijware.

12) bew xwanenasane bêje: bem zuwane jêr dekewn û herbîna řepêçek diran bo cehendem; ke cê xewêkî xirape!

13) eme bo êwe dersêk bû ke dû deste le xotan degjyek řaçûn; desteyektan bo xuda beşeř dehatin û destekey tir ledjî xuda decengîn û zeq deyandî ke xwanasekan dû hêndey emanen. dyare xuda be meylî xoy her kesêkî xoy ḧez bika, serî dexa; emeş pende bo ewaney xawen famin.

14) arezûy jinan kirdin û kuřî zor peyda kirdin û deskewtinî komay zilî zêw û zêřan û řewe’espî be diroşim û wiłsat û zewî kêłanê, bo merdim řazawetewe û le jyanî dinyayeda mayey xoşîn; bełam wextê dênewe berdestî xwa, pêdezanin ke zor lewe baştir heye.

15) bêje: axo gerektane pêtan bêjim leme baştire ke çone? bo ewaney le hełe xodeparêzin, le lay perwerênyanewe baẍatêkî wayan debê, cobaryan be berda deřwa û heta ser her lewê debin û çend jinî pak û bê gerd û sereřay ew hemû xoşîyeş, řezay xudayan pêdega. xuda çawî le ’ebdekanî xoy heye.

16) ewaney ke dełên: ey perwerindeman! ême biřwaman pêt heye; sa to le gunahin bibûre û le cizyadanman - be agir - biparêze.

17) ew kesaney xořagirin û beřastyane û amadey her fermanêkin û małî xoyan le řay xwa bext deken û hemû řojê - serlebeyan - le xuda depařênewe lêyan xoş bê.

18) xuda bo xoy agadare û firiştekanî ewîş û zanayanî be însafîş baş dezanin ke hîç kesê ẍeyrez xuda, şyawî peristinê nîye û her xoyetî be destełatî lekarzan.

19) le lay xuda dîn îslame û ewaney ehlî kitêbin lew řasteqîne dezanin; bełam her leber êreyî - ke le naw xoyanda heye - pêk nehatûn. her kesêkîş - beher corê - le nîşanekanî xuda ḧaşa bika, ba têbgen ke xwa le lê pirsînewe zor beleze û pê řadega.

20) eger kêşet degeł deken, to her bêje: min degeł peyřewekanim be diłî pak řûman kirdote xudawe. bew kesaneş ke bûne ehlî kitêb û bew kesaneş ke nezanin, bêje: axo êweş wek me xotan her be xwa siparduwe? ca er xoyan sipardibû, ewa kewtûne ser řêga. eger řûyan lê wergêřay, to her ewendet lesere řabgeyênî û xudaş bo xoy le ’ebdanî şarezaye.

21) ew kesaney le nîşanekanî xwayan ḧaşa kird û pêẍemberekanî xwayan - le xut û xořayî - dekuşt û ewaneyan le naw debird ke fermanî çakeyan be merdim deda, ba bizanin ke cezrebedanî bejan beşyan debê.

22) le dinya û qyametîşa her karê bîken fîřoye û hîç kes dehanayan naye.

23) xo to dîtit, ew kesane ke le kitêbî êmeda beşêkyan pê geyştibû, xoyan gutyan: be her ḧukmê xuda bîda ême řazîn. keçî hêndêk lewane pêy řazî nebûn.

24) her çunke eman deyangut: ême eger bişmanxene dojehewe, çend řojêk pitir pê naçê, řizgar debîn; bew diroye bo dînî xoyan hełyan best, xoyan pê hełxełetandewe.

25) sa ew roje debê le çi barêkda bin, ke bê guman her wedî dê û hemûyan kodekeynewe û her kes herçî kirdûyetî dêtewe řêy û naheqî le kes nakirê.

26) bêje: xwaye! ey xawen hêz û destełat! her kes bo xot meylit lê bê destełatî pê dedey û kêş to ḧez key destełatî lê destênî; her kesêkî weqedir xey û her kesê zebûnî bikey, xot deyzanî; çake her bedeste xote û to leser hemû şit twanay.

27) şew denaw řoj hełdekêşî, řoj dexeye naw şewewe; zîndû le mirdû derdexey, mirdû le zîndû derdênî; her kesê xot meylit lê bê, bê hejmar bijîwî dedey.

28) baweřdaran, ba cige le baweřdaran negirin be dost. her kes lem fermane derçê, hîç beşî be xwawe nîye. ca megîn lêyan bitirsin û le naçarî pêyan biłên: dostî êweyn. xuda deyewê her beřastî lew bitirsin û paşerojtan her lay ewe.

29) bêje: ewey wa le diłtanaye eger bîşarnewe ya derîxen, xwa deyzanê û le hîçêkîş le asmanan û zewîndas, agadare û leser herişt twanaye.

30) lew řojeda ke hemû kes kirdewey çak û xirapî leber çawî xoy debînê, awat xwaze ke le nêwan xoy û kirdewekanîda mewdayekî dûr bibuwaye. her bo xuda debê xotan biparêzin; xwa hemîşe beranber be ’ebdanî xoy dilovane.

31) bêje êwe eger xudatan xoş dewê, şwên min kewn heta xudaş xoşî bwên û le gunahanîşû bibûrê. dyare xuda xetabexiş û dilovane.

32) bêje: debê be fermanî xuda û pêẍemberekey bin. ca eger le ferman derçûn, îtir xuda le xwanenasan ḧez naka.

33) adem û nûḧ û netewey îbrahîm û berey ’îmran, le xudawe le naw xełkî hemû cîhan hełbijarden; xwa pitir řêzî lewan na.

34) hemû la her ser be yekin û xwa bîser û agadare.

35) katê keywanuwekey ’îmran gutî: ey perwerindey min! ew minałey kewtote tolî minewe, min deqebełî toy dekem. behîwam lêm qibûł bikey, bîser û agadar her toy.

36) ewsa ke barekey dana, gutî: ey perwerindey min! ewa min mêwînem dîwe - xudaş çatir xewer dare lewey dîwye - dyare kiçîş wek kuř nîye. min nawim lê nawe miryem, ewa ewîş û berîşîm be to sipard; ke le şeytanî neḧletî byanparêzî.

37) perwerindey, ew pêşkeşey gelê bebaşî lê wergirt; kîjekey baş be xudan kird û zekerîyay bo serperiştî wê dana. her carêkî zekerîya le mî’rawda serî deda, deydî bijîwî le laye. gutî: miryem! to em bijîwet le kwê bû? gutî: lelayen xudawe bom hatuwe; xuda ḧez ka bo her kesê bê hejmar denêrê.

38) her leweyřa zekerîya gazî le perwerindey kird: ey xudanim! zaroyekî çak û pakim pê bibexşe; dezanim to pařanewey min debîsî.

39) le katêka ke le naw mîḧrabekeda nwêjî dekird, firîştey ême bangî kird: xuda mizgênît pê deda, kuřêkî naw «yeḧya» t debê, ke hemû fermûdey xuda deselmênê û mirovêkî gewre û xořagir [lejin] û, yekêk le pêẍembere çakekan debê.

40) gutî: ey perwerindey min! caçon emin kuřim debê, minî wa pîr û zurhan û jinîşim le zig wêstawe? gutî: xuda, çî arezû bê wadeka.

41) gutî: ey perwerênî min! xot nîşanem bo dyarî ke. gutî: nîşan bew nîşaney heta sê řoj natwanî merdim bidwênî; megîn behîma û aşîret. le êware û beyanan da, yadî perwerindet bike û le pesnidanî mewêste.

42) lew kateşda firîşte be meryemî gut: xuda toy hełbijarduwe û pak û xawênî řagirtûy; toy le çaw jinanî dinya berêztir girt.

43) ey meryem! to le fermanî perwerindey xot dermeço; boy biçore ser sujde û toş degeł kiřnoş beranda kiřnoş bere.

44) eme lew deng û baseye ke to agat lê nebûn û ême deyxeyne diłtewe. herweha to lewê nebûy ke qełemyan tûřhełdedan kê serperiştî meryem bê; ew kateş le naw xoyanda kêşeyan dekird, to le naw ewanda nebûy.

45) lew kateda firiştekan gutyan: miryem! xuda mijdey bełênêkî xot pêdeda, kuřit debê û be naw mesîḧî kuř meryem naw derdeka û le dinyaş û le qyametîş qedrî heye û yekêk debê le nizîkanî xuda.

46) le bêşkeda û be gewreyîş, qise degeł merdim deka û yekêk le pyawçakan debê.

47) gutî: ey perwerindey min! ca çilon kuřim debê, hîç miroyek ta wêsta tixûnim nebuwe?! gutî: xuda herçî ḧez ka bedî dênê; herke wîstî karêk bibê, her pêy êjê: bibe! debê.

48) her bo xoşî fêrî kitêb wexwêndin û lekarzanî û tewrat û încîlî deka.

49) deşîka be pêẍemberêk bo ser netewey îsra’îl. [pêyan êjê:] ewa min le perwerindewřa nîşanem bo hênawin. her le ḧeřî şiklî melêk saz dekem û be îznî xwa fûy têdekem, debête bałdarî řast û cige leweş zigmag kwêr û pêst bełekan çar dekem û be îznî xuda mirdû zîndû dekemewe û herçî le małûda deyxon, heçî têşîda řadegirin pêtan dełêm. emane bełge û nîşanen botan, eger biřwadar bin.

50) bew tewratey - ke le lame - be baweřim û be erkî xomî dezanim hêndêk şitû bo ḧełał kem ke lêtan ḧeram kirawe. min nîşanem le perwerindey êweřa bo hênawin; desa êwe le fermanî min dermeçin û le xuda tiristan hebê.

51) perwerênî min û êwe her xudaye; desa her ew biperistin; eme řêgeyekî serřase.

52) ’îsa paş ewey têgeyîşt ke baweřî pê nahênin, gutî: kê bê le řay xuda yarîm bika? ḧewarîyekan cwabyan dawe, ke: xomanîn le řay xuda yarîderîn. biřwayan be xuda hêna û toş şayet be, ême xoman bew despêrîn.

53) ey perwerindey g laman! bewştey to bo êmet nard, biřwaman kird û kewtûyne şwên pêẍemberit; to degeł şayetekanda biman nûse.

54) eman fêłî xoyan kird û xudaş fêłî xoy lêkirdin; fêłî xuda be ser hemû fêłêkdaye.

55) ewsa xwa gutî: ey ’îsa! min bo xomit debemewe û le lay xom cê berz debî û lewanet pak dekemewe ke baweřyan nehênawe û ewaneş ke peyřewî ton, heta qyamet załyan dekem be ser bê baweřekanda. le paş ewe giştû dênewe lay xom û bew kêş ew gêre řadegem ke le nêwantanda řûy da.

56) bełam ewaney baweřyan pê nehênay, le dinyaş û le qyametîş be tundî sizayan dedem; kesîş dehanayan naye.

57) ew kesaneş ke biřway tewawyan hebuwe û akarçak bûn, xuda hemû padaşî xoyan pê deda û xwa, sitemkarî xoş nawên.

58) ew şitaney ke bo toman xwêndotewe, le nîşananî xudan û řêşander n bo karzanî.

59) neqłî ’îsaş - le lay xuda - le çeşnî neqłî ademe; her legił dirustî kird û paşan pêy gut: bibe be adem! ewîş bû.

60) heq le perwerindetřaye û xot le řêzî dił begumanan derawê.

61) her kesêkî paş ew zanistey bo to hat, wîstî kêşet degeł bika, bêje: werin ba kuřanman û jinanman û yektirîn ban keyn û ewsa des keyne lałe û niza û nefrînî xwa binêrîn bo ewaney wa diroznin.

62) hîç gumanit têda nebê, ewaney bot bas kirawin, hemû řastin. hîç şitêkîş ẍeyrez xuda nabê hîç kes bîperistê; her xudaye ke xawenî destełate û lekarzane.

63) eger her xoyan lê bwardî, xuda bo xoy xirapekaran denasê.

64) bêje: êwey ehlî kitêb! desa werin ême û êwe leser ew qiseye sûr bîn, ke bo hemûman wek yeke: ẍeyrez xwa neperistîn, hawkarî bo peyda nekeyn, neçîn hêndêkman hêndêkan - cya le xwa - bo peristin hełbijêrîn. ca eger her xoyan lê bward, pêyan bêje: êwe be şayetî degirim, kewa ême xoman be xuda despêrîn.

65) ehlî kitêb! êwe boçî derbarey îbrahîmewe kêşe deken? ke deşzanin tewrat û încîlîş - her dûk - le paş zemanî îbrahîm hatûne xwar. de axir boçî tênagen?!

66) waman dana ke detwanin êwe le ser ew şitane kêşe biken ke dezanin. deysa çone kêşe le ser şitê deken ke hîçî lê ḧałî nebûn? her xudaye zanaye be hemû şit û êweş hîçî lê nazanin.

67) îbrahîm ne mûsayî bû ne mesîḧî; bełam yektaperestêk bû xoy be xuda sipardibû; hîç hawkarî bo xuda peyda nedekird.

68) ew kesaney le hemû kes le îbrahîm nizîktirin, ewanen ke ewsa şwênî ew kewtin û em pêẍembere û ewaneş ke biřwayan pê hênawe. xudaş yarî hemû xawen baweřane.

69) hêndêk le xawen kitêban betema bûn êwe le řê kila biken; keçî emane nazanin ke her řê le xo degořn.

70) ehlî kitêb! boçî êwe ḧaşa le nîşanekanî xuda deken? herçende deşzanin řastin.

71) êwe ke xawen kitêbin! çon řewaye be nařewa dadepoşin û řast û řewa deşêrnewe û deşzanin çi karêk deken?

72) lewaney ehlî kitêbin hêndêk be hêndêkan dełên: êwe le danî beyanî biłên biřwaman hênawe bewey ke xudaye bo êwey narduwe; serlengorê lêyan peşîman bibnewe; beşkû ewanîş wegeřên.

73) pêşyan witûn: baweř her bewane biken ke le ser dînî xotanin. bêje: her xwa řêgey řastin nîşan deda û ew detwanê - wek pêşû şarezay kirdin - kesêkî tirîş wek êwe şareza ka. eger wityan: kêşekeman debeyne lay perwerindetan; bêje: çake be des xwaye, kêy ḧez bika be çake deyxiwênetewe û xawen çakey here zana her xudaye.

74) her kesêkî ew bixiwazê weber bezeyî xoy dexa û xuda çakey fire û girîngî le laye.

75) her le naw ehlî kitêbda î wa heye, kilûrêkî le la danê, be despakî detdatewe; î waş heye dînarêkî pê bispêre, natdatewe; ca megîn becêy nehêłî û hełîpêçî. behanekeşyan emeye: zyan geyandin bew nexwêndewarane, bo me gunahêkî nîye. diro bo xwaş hełdebestin, deşzanin diroye deken.

76) dyare her kes tirsêkî le xuda hebê û bełênî berête serê, xwa parêzgarî xoş dewên.

77) ewaney peymanekeyan degeł xuda û swêndî xoyan be nirxêkî kem defroşin, lew dinya hîç beşyan nîye û xudaş le řojî qyameta nayan dwênê û nayan dênê û gunayan pak nakatewe û beşyan cezrebey bejane.

78) her lewanda hî waş heye, corêk zimanyan degeřê goya le kitêbî xuda dexwênnewe, ke le kitêbekeşda nîye. dełên: eme xwa gutûye; keçî xudaş neygutuwe. bo xoşyan ewe dezanin ke diroye û be dem xwawey hełdebestin.

79) hîç miroyek emey dexořa nedîwe, ke xwa kitêbî dabêtê û fêrî karzanî kirdibê û kirdibêtî be pêẍember, paşan çûbê û bi exełkî řageyandibê ke: êwe lebatî xuda her ’ebdayetî min biken. ewane her gutuyane: êwe ke fêrî kitêb û xwêndinewey bûn, lesertane her perwerindew binasin.

80) fermanî bewe nedawe ke firişte û pêẍemberan biperistin. axir çon debê wextêkî dînî xudaw selmandibê, pêtan biłên: gereke le dîn wergeřên?

81) [bênewe bîr] ew kate xwa peymanî best degeł pêẍemberekana: er min kitêb û zanistî lekarzanîm be êwe da û paşane ke pêẍemberêk hate nawtan ke ewaney le lay êwey beřast zanî, debê biřway pê bênin û yarîdey den. ewsa gutî: bełê, ewa we’odey xoman girt. gutî: desa be şayet bin; ewa minîş degełtanim.

82) kesanê leme bewlawe le peyman paşgez bibnewe, dyare le řê laderin.

83) axo dînêk bêjge dînî xwayan dewê? keçî herçî le asmanan û zewîda - çar û naçar - milkeçî fermanî wîn û deşgeřênewe bo lay ew.

84) bêje: baweřman hênawe be xwa û bewey ke lewřa boman hatuwe û bew şitaneş ke le lay perwerindewe bo îbrahîm û îsma’îl û îsḧaq û ye’qûb hatbû; bo netewekeş herwetir; bew şitaneş ke bo’îsa û mûsa û giş pêẍemberanî dî hat. ême beranber be kesyan ferq û cudayîman nîye û xoman be xuda despêrîn.

85) her kesê beder le îslam, her dînêkî dîkey hebê, qibûł nîye û le dwařoja le řêzey zyanbarane.

86) ca çon xuda ew kesane dexate ser řasteřêge ke paş baweřî hênan û şayetî dan ke: «em pêẍembere řaste» û çendîn nîşaneşyan dîwe, ser lenwê ḧaşay lê deken? xuda qet naheqîkaran řizgar naka.

87) cezay emane nefrîne le xudawe û le firiştanî xudawe û le hemû xełkî dinyawe;

88) ta hetaye lem nefrîna demênnewe û azaryan le ser sûk nabê û mawe pêdanîşyan nîye;

89) megîn ewaney le dû car - bo xo - pejîwan debnewe û akarî çak řeçaw deken; ewsa xuda gunah bexşe û dilovane.

90) ew kesaney dway biřwahênan wergeřan û her wa man û pêwe çûn, pejîwanî taze behreyan bo nada û çûnete naw gumřahîyewe.

91) ewaney xwanenas bûn û her be xwanenasî mirdûn, herkamêkyan eger piřî em zemîne zêřîş be barimte bida, hergîz behrey pê nageynê; ewane azarî bejanyan debêt û kesîşyan dehana naye.

92) ta lew şitey ke êwe xoştan gereke, nebexşin leřêy xudada, hergîz hîç xêrû pê naga. heriştêkîş be xêr bîden le řay xudada, xwa deyzanê.

93) hemû corê xwardemenî bo netewey îsra’îl řewa kirawe, megîn ewey ke îsra’îl ber leme tewratî bûbê, xoy parêzî lê kirduwe. bêje: eger êwe řastin, tewrat bênin bîxwênnewe.

94) sa kesanê leme bewla diro be dem xwawe biken, ewane naheqîkarin.

95) bêje: herçî xuda gutûye, ew řaste; îtir êwe şwên dînî îbrahîm kewn; ke xway taqaney perist û hîç hawkarî bo nenasî.

96) yekemîn mał ke bo merdim saz kirawe, her eweye wa le mekke; ke zor be pît û pîroze û nîşangey xudanasîne bo hemû xełkî dinyaye.

97) bełgey dyarîder lewêda şwênewarî îbrahîme û her kesê penay pê berê, naşê le hîç şit bitirsê. xuda ḧecî biřyar dawe bo her kesê ke boy bilwê. her kesêkîş ḧaşa bika, xwa le hemû xełkî dinya bê nyaze.

98) bêje: êwey ehlî kitêb! boçî lenîşananî xwa ḧaşa deken? xuda le kirdewey êwe agadare.

99) bêje: êwey ehlî kitêb! leberçî baweřdarekan le řêgey xwa ladeden û gerektane em řêgaye lar û nařêk nîşan biden?! xoştan baş agatan lêye û xudaş lewey êwe deyken, xafił nîye.

100) ey gelî xawen baweřan! eger beqsey hêndêk lewaney ehlî kitêbin, desxero bin, le paş baweřî hênantan detankenewe xwanenas.

101) ca çon êwe ḧaşa deken! keçî ayetanî xwatan be serda dexwênrêtewe û pêẍembertan le naw daye? her kes pişt be xwa bibestê, kewtote ser řasteřêge.

102) ey gelî xawen baweřan! çon pêwîste, awa le xwa bitirsin û her be musułmanî bimirin.

103) hemû latan des de řiştey peymanî xwa werênin û biław mebin. bîr lew çake bikenewe ke xuda derbarey kirdin: ke êwe dij be yektir bûn, bedił kirdûnî be hogir; le sayey çakey emewe, êsta lêktir bûne bira û le ser lêwarî agir bûn; her ew bû řizgarî kirdin. xwa awa nîşananî xoy bo êwe řûn dekatewe; bełkû řêga bidoznewe.

104) debê le nêw êweda komełêk bibin, ferman be çake biden û řê le xirape bibestin; her ewaneş řizgar debin.

105) neka wek ewane biken ke lêktir cyabûnewe û le dway ewey nîşaney aşkirayan dît, ewsa kêşeyan têkewt. bo ewane azarêkî gewre heye.

106) lew řojeda ke hêndêk řûyan çerimge û hêndêk tir řeş dageřawin, ew kesaney řûřeşî řojî qyametin, pêyan êjin: êwe dway baweřî hênan çon bibûnewe xwanenas? sa lew ḧaşakirdinetan cezrebe gořî gyanû bê.

107) ewaneş ke řû çermûgin, bo hemîşe bezeyî xudayan heye û ta heta her degełyane.

108) emane nîşaney xudan, beřastin û ême botî wedexwênîn. hîç ga xuda naheqî le hîç kes naka.

109) herçê le naw asmanan û zemîndaye - giş le giştî - ser be xwaye; serleberî karubarîş her bo xuda degeřêtewe.

110) êwe çaktirîn komełn le naw merdimî dinyada serû hełda; ferman be çake deden û řê le nařewa debestin. baweřîştan be xwa heye. xo eger ehlî kitêbîş biřwayan bihênaba, boyan çaktir bû. ewanîş î wayan têda ke bebřiwan; beşî zorîş le řêy xuda layan dawe.

111) ewanîş - megîn her be dem - dena hergîz natwanin botan bezeř bin. eger degjîşû řabçin, zor zû piştû tê deken. řa deken û kesîş dehanayan naye.

112) le her cêş bin, her jêr çepokî û zebûnî bote beşyan; ca megîn her peyman degeł xuda û xełka bigate firyayanewe. tûşî tûřeyî xwa bûn û morî zebûnîyan be serda nirawe; leber ewe le nîşanekanî xuda be ḧaşa bûn û be naheq pêẍemberanyan dekuşt û her nafermanî û des dirêjyan dekird.

113) ehlî kitêb giş wek yek nîn; komełî wayan têdaye ke řû be xwa dewêstin û be şewa ayetanî xwa dexwênnewe û ser dexene ser sujdewe;

114) biřwayan heye be xuda û řojî seła û ferman be çake deden û řêge le xerape debiřn û bo xêr kirdin mile deken; ewane le pyawçakanin.

115) her karêkî çak řeçaw ken, bê behre namênêtewe û xwa ewaney lêy detirsin, baş denasê.

116) ewaney xuda nenasin darayî û mał û minałyan hîç derdêkyan derman naka û le lay xuda behre nada; cêgeyan her ceḧendeme û heta ser her lewê debin.

117) herçî ewan beřûbînî le jyanda le małî xoyan debexşin, her wekû ewşexte waye ke bo kêłgey ew kesaney naheqî le xoyan deken, weyşûmeye. xwa naheqî lê nekirdûn; bełam ewan naheqî le xoyan deken.

118) ey gelî xawen baweřan! bêjge xotan degeł kesa mebne hamřaz. ewan le kar lê têkdanû dirêẍ naken; her ḧez deken tûşî nařeḧetîtan ken. cige lewey ke dijayetî êweyan be demda dêt, ẍerezêkî le diłî ewan daye firetre. er têbgen, zor nîşaneman bo êwe derxistuwe.

119) agadar bin! êwe ewantan xoş dewê û ewan xoşyan le êwe nay. êwe biřwaştan bew kitêbe - giştî - hes. her wextêkîş pêtan degen, êjin: biřwaman hênawe; bełam her lêwu tekînewe - le kîneyê ke heyane - serpencey xoyan degezin. bêje: dek le řikan bimirin! xwa bewey wa le diłdaye baş dezanê.

120) ta çakeyektan bête řê, xemê dexon. eger tûşî naxoşî bin, keyfê deken. eger êwe xořagir û parêzgar bin, gizî û fêłyan hîç zyan le êwe nada. xwa be kirdeyan dezanê.

121) ewsa ke to - serlebeyan - kes û karî xot cê hêşt û cêget bo xawen baweřan le şeřgeda dyarî dekird, xuda deybîst û deyzanî.

122) lew kateşda ke dû deste her le xotan xerîkî wireberdan bûn, her xuda dehanayan hat. baweřdaran karubaryan debê her be xwa bispêrin.

123) wa dîtîşû ke xuda le şeřî bedra serî xistin; herçend kem û bê hêzîş bûn. sa her le xuda tirsû bê; beşkem şukirî becê bênin.

124) ewsa ke to be xawen baweřekanit řageyand: eger xuda sê hezar le firîştekanî bo êwe binêrête xwar, bêne yarîw, bestan nîye?

125) bełê eger xořagirin û tiristan le xuda hebê, le cengey pelamardanî dujminûda, perwerindew pênc hezar le firiştanî, bedroşim û bekomekewe denêrê.

126) xuda her bo ewe mizgênêk be êwe bidat û her bo ewe diłnya bin, ew karey kird. serkewtinîş her be destî xuday xawen destełatî lekarzane.

127) xwa deyewîst lew řojeda hêndêk le xwanenasekan dexwênî xoyan bigewzin û ewî maşin demkut bin û be nahumêdî wegeřên.

128) îtir le şeř dořawekan - çi lew karey kirdûyane pejîwan bin û xwa byan bûrê, yan le ser naheqîyekeyan azaryan bo biřyar bida - to karêkit be karî ewanda nîye.

129) herçî le naw asmanan û zewîdaye, bo xudaye. kê ḧez bika lêy debûrê û kêş ḧez ka azarî bida, xoy dezanê. xuda le gunah debûrê û dilovane.

130) ey gelî xawen baweřan! le sût xwardin biteknewe û çîn le ser çîn werî megirin. le xuda tiristan hebê, beşkû bigene řizgarî.

131) xoştan dûreperêz bigirin lew agirey nêł dirawe bo ewaney xwanenasin.

132) ber fermanî xuda û em pêẍembereş bin, beşkû ber bezeyî kewn.

133) pele biken bo geyştin be bexşînî perwerêntan û beheştê ke herawî be endazey asmanekan û zewîne û saz kirawe bo ewaney le xwatirsin.

134) ew kesaney le tengane û ferḧanîda, małî xoyan le řêy xuda debexşin û řikî xoyan dexonewe û le merdim çawpoşî deken; xwa çakekarî xoş dewên.

135) ew kesaney herga karî xirap deken, yan naḧeqî le xo deken xuda le bîr nabenewe û leberî depařênewe: le xetakanyan bibûrê; bêjge xudaş kê le gunahan debûrê? ca ewane le ser karê ke zanîwyane hełeye, pê dagir nîn.

136) ewane padaşyan le lay perwerênyan lê bûrdine û baẍatêke ke cobaran be beryanda deřon û her lew baẍate demênnewe. بەە! çende cwane padaşî akarçakan.

137) ber le êwe zor řêga û şwên têpeřîwin. ca êwe lem serzemîne geştê biken û serinc biden ke axrî karî heq bedrozanan be kwê geyşit?

138) eme pendî bo hemû xełk têdaye û nîşaneye le xudawe û bo ewaney deyanewê xoparêz bin, řêşandere.

139) ba sistî řûtan tê neka û xemîş mexon. her êwen ke serdekewn, eger biřwaw be xwa heye.

140) eger êwe birîndar bûn, dujminîştan wek êwe birîndar buwe. ême awa le naw xełka zemane destawdes dekeyn, heta xuda xawen baweřan binasê û kesanêkîş bo şayetî le beyntana hełbijêrê. xuda xoşî le naheqîkaran naye.

141) heta xuda baweřdaran heławêrê û bê baweřan le naw berê.

142) axo êwe latan waye her serbexo deçne beheşt? keçî hêşta xuda xebatkaran û xořagranî êwey dyarî nekirduwe.

143) ber lewe tûşî mirdin bin, arezûy mirdinû dekird. sa ewa merge hatuwe û êwe zeq timaşay deken.

144) muḧemmed pêẍemberêke û çîtir nîye; le pêş ewîş zor pêẍember hatûn û çûn. eger bimrê yan bikujrê, le îslam paşgez debnewe? herkes paşgez bibêtewe, zyanêk be xuda nageynê. xuda padaşî supasguzaranî deda.

145) hîç kesêkîş be bê îznî xuda namrê. ke mirdinî her kesêkîş wextekey bo danrawe û le lay xudawe nûsrawe. kêş her xoşî le dinyada arezû bê, xwa deydatê; her kesêkîş xoşî ew dinyay gerek bê, xuda arezûy pêkdênê. ewaneş wa şukir deken, zû cezayan dedeynewe.

146) beşî zor le pêẍemberan degeł gelî xwaperistanî hevałyan çûne xeza, herçend bełay le řêy xuda tûşî hatin, ne hîçyanî sistewe kird ne zebûnî řûy têkirdin. lewaney ke xořagirin, xwa xoşî dê.

147) her ewendeyan dirkand, deyangut: ey perwerênman! to le gunahan û le endaze ladanman bibûre û cê hengawman pitewtir ke û be ser xudanenasanda załman bike.

148) ewsa xuda padaşî em dinya û çakepadaşî ew dinyay pêdan. xwa karçakanî xoş dewê.

149) ey gelî xawen baweřan! eger êwe weşwên xwanenasan kewn, berew paşû degeřênewe û tûşî zyanbarî debin.

150) bizanin ke gewrey êwe her xudaye û ew çaktir yarîdere.

151) ewaneş ke xwanenasin, çunke bê ewe bełgeyan le ḧewawe bo hatbê hawkar bo xuda denasin, tirsê dawêjîne diłyan; enwayan le naw agire û cêy naheqan xiraptirîn cêge debê.

152) xwa bełênî be êwe da û becêy hêna: ewsa ke be destûrî xwa detan kuştin, ta ew katey ew tałaney be temay bûn hate berçaw, îtir kêşew le naw xotan lê peyda bû; le ferman serpêçîtan kird. î wa hebû ḧezî le małî dinya bû, î waş hebûn xoşî ew dinyayan dewîst. paşan her ta bitan ezmiwê, le şeřyanî gêřanewe. wa ew heleş lêtan xoş bû. xuda xawenî çakeye le ser xawen baweřekan.

153) ew katey ke řatan dekird û awiřtan weser hîçkes nededawe, pêẍemberîş le dwawe gazî dekirdin; ca xwa cezay xemî her be xem danewe. neka le ber ewey wa le destan çuwe û ewey kewa tûştan buwe xefet bixon. xuda lew karaney deyken agadare.

154) paş ew xeme aramîyekî narde sertan, ke biryetî le oqrey xew lê kewtin bû, be ser hêndêkanû dahat; hêndêkîştan her tenya xotan le bîr bû. êweş her wek xwanenasekanî pêşîn bîrû le xwa dekirdewe, deyangut: axo lem kare çin bo dekirê? bêje: giş kar be des xudan. ewane nihênî diłyan le lay to aşkira naken; êjin: eger be deste xoman buwaye, ême lêre nedekujrayn. bêje: êwe eger le małî xoştan ban, ew kesaney kuştinyan le ser nûsrawe, dehatnewe cêy tixêł bûnî cendekeyan. xwa deyewê diłtan taqî bikatewe û herçî le diłtanda heye derî hawê. xwa le řazî diłekantan agadare.

155) ewantane wa řayan kird - lew řojeda ke dû komeł geyştine yek - şeytan hełîxlîskandin, le ber karê ke kirdûyan; xiwayş bexşînî. her xudaye ke le gunahan debûrê û le ser xoye.

156) ey gelî xawen baweřan! êwe wek ewane mebin ke xudayan nedenasî û sebaret be birakanyan - ke le sefer, yan le şeřî dujminan bûn - deyangut: eger ewane laman maban, nedemirdin, nedekujran. her boye bû xuda bîka be ax û daxî ser diłyan. xudaye ke jînê deda û deşmirênê û her karêkî êwe deyken, xwa deybînê.

157) eger le řêy xuda bimirin, yan le řay xuda be kuşt çin, dyare lê xoşbûnî xuda û bezeyî ew zor çaktire lew şitey koy dekenewe.

158) çi bimirin û çi bikujrên, bê gumane ke lay xwa kodekirênewe.

159) le bezeyî xudařaye ke to hênde nerim winyanî degełyan; eger yekê diłřeq û tund û tosin bay, biławeyan lê dekirdî. to byan bûre û le lay xuda daway bûrdinyan bo bike û le kar tegbîryan pê bike. wextê lê biřay karê bikey, her be temay xwa têkewe; xuda ewaney xoş dewê ke xoyan her bew despêrin.

160) eger xuda û dehana bê, kes besertanda zał nabê; eger wazîştan lê bêrê, kêye paşan pêy dekirê yarîdew bika? ba hanay xawen baweřan her xuda bê û xoyan be wî bispêrin.

161) bo hîç pêẍemberê naşê degeł xełk, fêł û ferecan binwênê; her kesêkîş fêłbazî û desbiřî bika - bew teşqełewe ke deyka - řojî qyamet debîndirê û ewsa her kes le barteqay kirdewey xoy siza dedrê û hîç naheqyan lê nakirê.

162) axo kesê her bo řezay xwa koşîwe, wek eweye ke xuday lexoy tûřekird? ke enway em cehendemew çarenûsî xirapî hes.

163) bo hemû ew dûcûnane xuda çend piley danawe û her xoy le hemû kirdeyan çawedêre.

164) baweřdaran ber minetî çakey xudan; ke yekêk her le xoyanî narduwe pêẍemberyan bê; nîşanekanî xudayan beserda dexwênêtewe û be pakjî řayan degrê û le kitêb û karzanîda řayan dênê; ke depêşda hîçyan le hîç nedezanî.

165) axo katê zyanû le dujmin pêgeyşit - ke carêkîş dû ewendew zyan lêdan - hîç pirsîtan: zyanekeman le çî bû? bêje: le xotanewe bû, xwa be hemû şit twanaye.

166) herçî ew řoje tûşû hat - wa dû komeł beyek geyîn - [giştî] be îznî xuda bû, heta xawen baweřekan nîşan bida;

167) ta dûřûgelîş binasê; pên witra: êweş werin le řêy xuda xeza biken, yan bibne hêzî bergirî. gutyan: eger binzanîba şeřû beserda sepawe, dyare wedûtan dekewtîn. ewê řojê le bê dînî nizîktir bûn ta le baweřî be xuda. ew şitaney be dem deyłên, ewe nîye ke řaze û le diłyandaye; xwa lewey deyşarnewe agadartire.

168) ewaney ke xoyan neçûbûne xeza, lemeř hawełanyan degut: eger be qiseyan kirdibayn nedekujran. bêje: sa eger řast deken, xo le mirdin biparêzin.

169) ew kesaney le řêy xudada kujrawin, hergîz nabê bemirdûyan ḧîsab biken; her zîndûn û xuda bijîwyan dedatê;

170) diłyan xoşe bew çakeye ke xuda derbarey kirdûn. şadin beweş ke ewaney wa negeyştûne eman û be cê mawin, hîç tirsêkyan le ser nabê û hîç xemêkyan le ber nabê.

171) diłyan xoşe be nî’metî xuda û zyade be şaney ew. beweş ke xwa padaşî baweřdarekan winda naka.

172) ew kesaney ke le paş birîndar bûnîş fermanî xwa û pêẍemberyan becê hêna, bo ewanyane wa karî çakyan kird û le xwa tirsan, padaşêkî gewre heye.

173) ew kesaney pêyan witin: gele komegîw lê kirawe û bepanewe dêne sertan, eşê tirsû lêyan hebê; baweřyan behêztir buwe û gutyan: ême her xudaman bê besmane û çaktirîn pişt û penaman tenya ewe.

174) hawřê degeł nî’met û çakey xudada - bê ewey tûşî zyan bin - geřanewe û hełweday řezay xuda bûn; her xudaşe çakey girîngî be deste.

175) le řastîda ewe şeytanevu [gerekye êwe] le hawdestanî xoy bitirsênê. êwe lewan tirsû nebê û eger biřwadarin debê her tenya le min bitirsin.

176) bewane nîgeran mebe ke be pele le dijî dîn tê dekoşin; natwanin hîç zyanêkî le xwa biden. xwa deyewê ke ewane lew dinya beşêkyan nebê û tûşî azarî dijwar bin.

177) ew kesaney lebatî biřwa be xuda, bê biřwayî hełdebjêrin, hîç zyan le xwa naden û cezrebey bejanyan debê.

178) ba ewaney xwanenasin wa bîr neben ew mołetey deyandeynê çake boyan; her boye mołetyan dedeyn ta tawanyan firewe bê. azarêkî awřûberîş beşyan debê.

179) xwa hîç katê baweřdaranî le barudoxêka - wa êwe hen - nehêştotewe; meger le ber ewey napakan le pakan heławêrê. xuda êwe le pêwar agadar naka; bełam xuda le naw pêẍemberanîda, kêy buwê hełî debjêrê. debê êwe biřwaw be xwa û be pêẍemberekanî bê û eger ew baweřew hêna û xoştan parast, padaşêkî yekcar giřîngû pê dedrê.

180) ewaney çinokî deken lew beşey xuda pêy dawin, xeyal neken em kare bo wan qazance; bełkû bo xoyan xirape. řojî qyamet debête toq demlyanda û [ba bizanin ke] asmanan û zemînîş her bo xuda demênêtewe û xuda le her karê deyken, agadare.

181) xuda witey ewaney bîst ke deyan gut: xwa hejare û ême darayn. wa ême em gifteyan û be naḧeq kuştinî pêẍemberanyan bo tomar dekeyn û pêyan êjîn: sa biçêjin derdî be agir sûtanê;

182) çunke êwe ew core karanew dekird; xuda hergîz ẍedir le ’ebdî xoy naka.

183) ewî gutyan: «le xwawe pên sipêrawe ke baweřî be hîç pêẍemberêk nekeyn, megîn ewey be ḧeywanê qurbanîyewe bête laman, agir bîxwa», bêje: eger qisew řaste, edî boçî pêẍemberekanî pêş min çend nîşaney aşkiraşyan bo hênan û ewey êstaş êwe daway deken kirdyan, keçî êwe kuştûtanin?

184) herwek biřwa be to naken, le pêẍemberanî pêş toş ḧaşayan kird. herçend be bełgey aşkira û nusrawgel û kitêbî dyarî derewe hatne layan.

185) hemû kesêk tamî mirdinê deçêjê; řojî sełaş heqî xotan denêne mişt. kê le agir kilakirê û bibrêtewe nêw beheştewe, deybatewe û bextewere. em jyaney ser dinya binemay firîwe.

186) êwe le gyan û darayî ber taqîkarî dekewn û lewaney ehlî kitêbin û lew kesaney şerîk bo xuda dadenên, zor qisey naxoş debîsin û azarî zorîştan deden. ca eger xořagir bin û le nařewa be parêz bin, karê camêrane deken.

187) ewsa xuda bełênî lew kesan sand ke kitêbyan bo hatuwe, be merdimî řageyênin û neyşarnewe; keçî ewan le peyman paşgez bûnewe û be nirxêkî kemyan firot; ay ke sewday xirapyan kird.

188) qet wa mezane ewaney dił xoş eken be karê kirdûyane û pêyan xoşe bo karê ke neyankirduwe tarîf bikirên, le cezrebe řizgar debin; cezrebey bejan bo wane.

189) le ’asmanekan û zemînda ferman, fermanî xudaye û xuda be ser hemû şitda twanay heye.

190) le afrandinî asmanan û le zemînda û aługořî şew û řojan, zor nîşaney pitew heye bo ewaney ke xêwî diłî wişyarin.

191) ewaney - çi be wêstawî û çi lecêwe, be danîştin, çi le ser tenîşt řadezên - her yadî xuda deken û le sazdanî em ’asmanan û zemîne řademênin, dełên: ey perwerindeman! to em dezgayet be fîřo saz nedawe, pakî û bê ’eybî bo toye; her bo xoşt le azarî be agirman biparêze.

192) perwerênman! her kes to bîxeyte agir, tûşî şûreyît kirduwe. ewaney naheqîkarin, hîç kes dehanayan naye.

193) perwerênman! ême bîstiman bang řayełêk gazî dekird ke baweřî be perwerindetan bênîn. êmeş baweřîman hêna; sa bo xot ey perwerênman! le gunahanman xoş bibe û her xirapey kirdûmane, weykujêne û degeł ewaney pyawçakin bin mirêne.

194) perwerênman! ew şitaneş be ême řewa bibîne ke le zwan pêẍemberantewe bełênit pêman dawe; şermezarî řojî qyametman meke. to le her peymanê bîdey larît nîye.

195) perwerênyan awa be dengyanewe hat, ke: min kirdey hîç miroyek - le nêr û mê - be bê padaş nahêłmewe; giştû le lay min çun yekin. ew kesaney le zêdî xo derkirawin û le řay min azaryan dîwe û çûne xeza û dijî minyan kuştibê yan be kuşt çûbin, bê gumane gunahyan dekujênmewe û le padaşî kirdeweyan deyanxeme naw baẍatêk cobaryan be berda deřwa; ke eme çakey xudaye derbareyan; ke padaşî herebaşîş wa lay xwaye.

196) hat û çûn û giřufřî xwanenasan le wiłatan, neçê hełt xełetênê.

197) řabwardinêkî hindike û paşan şwênyan ceḧendeme û cêyan gelêk bê zelete.

198) bełam ewaney wa tirsyan le perwerindey xoyane, baẍatêkyan debê cobaryan be berda deřwa û ta ser tya debin û mîwandarî lay xudaye. ewey ke le xwawe dedrê her bo pyawçakan řewaye.

199) le naw ehlî kitêbîş kesanî wa hen ke biřway be xuda heye û bew qur’aney ke bo êwe hatexwar û bew kitêbey ke bo xoyan nardirawe, xakeřan le hember xuda û bełge û nîşanekanî xwa be nirxî kem sewda naken; ewane perwerindeyan padaşî karyan dedatê. xuda zor zû be karî her kes řadega.

200) ey gelî xawen baweřan! xořagir bin, le xořagrîşa her le pêşewe bin. bo parastinî sinûrgel hemîşe saz û teyar bin. le xwaş tirsû hebê, beşkem řizgar bibin.