be meḧzî cewrî diłber herkesê terkî meḧebbet ka

Li pirtûka:
Dîwanî Salim
Berhema:
Salim (1800-1866)
 1 Xulek  960 Dîtin
be meḧzî cewrî diłber her kesê terkî meḧebbet ka
le qebrîşa, be mîḧnet, ta qyamet girye ’adet ka
qubûł naka bibê ẍîr azFarsî perêşanî le ’alemda
felek, ger peyřewîy kirdarî yarî bê muruwet ka
le bê însafya dekujê be îma seyîdî xełwet
be mezmûnî ’efû, ger nameyî qabîz be ḧuccet ka
dezanî çen fereḧnakim be bosey lêwî şîrînit
be muflîs merdî mun’im wek seda bo xwanî nî’met ka
be meḧzî keşmekeş damanî ’îşqit ber bidem nabê
demî tîẍî musîbet, ger kefî fîkirim hemû let ka
seraser karî salimNasnava edebî ’îşqî toye, ewweł û axir
xecałet bê qyamet, ger bebê to meylî cennet ka