muddetê ’umirim be tałan çû le sûç û qujbina

Li pirtûka:
Şî’rekanî Şêx Meḧmûd
Berhema:
Şêx Meḧmûd (1886-1956)
 1 Xulek  746 Dîtin
muddetê ’umirim be tałan çû le sûç û qujbina
pêmelem zor kird leber îman le beḧrî bê bina
şahbazê bûm le meydanî şikarî dujmina
cehlî mîllet bû be zîllet hat beser şanî mina
seyrî cêge zexmî pencem ken bedaym şahîde
dûdłî lêm bote zincîr ḧewsełey dawim nîye
bo nemanî ecnebî jînim leber çawim nîye
boye îtir arezûy dîdarî qaławim nîye
gurgî pîr kełbe şikawim taqetî řawim nîye
dił bem eḧwałeş le řêgey mîlletmida qasîde
êwe nawdaranî kurdin ḧeyfe dwakewtin legel
dest be dest yektir biden bo girtinî lutkey emel
’ezim û wiryayî û sebate bo bedestihênanî hel
dujmin û bêgane ḧeqqî mîlletî pê nabê ḧel
xwênî ewtane lelay xwa ’eynî zuhdî zahîde