xuda toy ḧafzî şarî byare

Li pirtûka:
Dîwanî Wîsaɫî
Berhema:
Wîsaɫî (1902-1973)
 2 Xulek  543 Dîtin
xuda toy ḧafzî şarî byareNava taybet
bike zû def’î bedkarî byare
le çawî pîs û buẍiz û ḧesdî ḧasd
bibe da’îm nîgehdarî byare
mukesser bû qełay tezwîr û bedgo
be topî lutfî salarî byare
kemeryan best ’imûmen cem’î munkîr
leber dergahî serdarî byare
xelayq mîslî bulbul şêt û şeydan
be boyî werdî gułzarî byare
efewtê tabî zewîy û mah û xurşîd
muqabîl şemsî enwarî byare
bibûn mecnûn seraser ehlî dinya
be ’eşqî tel’etî yarî byare
řibûdekerd diłî ferhadî ’alem
qisey jînî diłdarî byare
kelamî neqşî qelbe boye ’alem
bûn da’îm be seyyarî byare
hełî kenduwe le dił neqşî terîqet
muḧeqqeq şay cîhandarî byare
řewa bû meqsedî ehlî cîhanî
le sayey qutbî esrarî byare
le mîxaney ḧeqîqet badenoşin
ewaney bûn be zuwarî byare
be ceyşî ta’et û topî řyazet
beheştî girt, ’elemdarî byare
wekû cennet wehaye baẍ û dewrî
hemû tesnîme enharî byare
hemû yek def’e da’î şêxî ’alem
bo wesłî pîr û diłdarî byare
zya’eddînNava taybete, êste qutbî ewtad
wekû řoje le eqtarî byare
lepaş ew şahî necmedînNava taybet bû salîk
le řêy dîn bû be ebsarî byare
’ela’eddînNava taybet, supehsalarî dîne
ḧeqîqet bû be kîbarî byare
mu’enber bû seraser xakî dinya
be ’etrî mîşkî ezharî byare
wîsałîNasnava edebî toyş wekû cumley murîdan
bibe şaẍîl be ezkarî byare