bîrte?

Li pirtûka:
Tirîfey Heɫbest
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 1 Xulek  897 Dîtin
bîrte! wird wird be gwê çemî kef çiřênda eřoştîn
wirdeşepol be’espayî qaçî řûtî eştîn?
leber haje û xuřey awî gwê kipkerî qełbeze
le řazî dił, le qisey yek, zor car ne’egeyştîn?
***
bîrte bedway pepûleda řaman’ekird dû be dû
ta yekêkman lê egirtin, henaseman swar ebû?
wekû mindał awpirjênî leşî yektirman ekird
be teřbûnman pê’ekenîn, qet taqetman ne’eçû?
***
ey lebîrte bo dizînî bersîley mizir û henar
dize dizey řoştinman bû bo pena darî ḧeşar?
min xerîkî kirdinewe bûm, katê zanîm xawen řez
be darewe dwaman kewt û, hełîbřîn serewxiwar?
***
ey lebîrte le řêbaza ke hełnûtît û kewtî
desim daytê, çawit dagirt!, be baweş hełmigirtî?
nişêwê bû, kes dyar nebû, xêra firsetem hêna
lenaw demit heta twanîm maçêkî germim kirdî?!