ełên çunke neyandaynê îdare mîlletî ladê

îdarey mela êsta le ladê
Li pirtûka:
Dîwanî Wîsaɫî
Berhema:
Wîsaɫî (1902-1973)
 1 Xulek  356 Dîtin
ełên çunke neyandaynê îdare, mîlletî ladê
qubûłman kird me’aş gutman hemû qeynaka qewmawe
ḧikûmet ḧewt dînar û nîw hemû mangê serî mî’ad
bebê minnet emandatê, hezar car małî bê awe
eger xwa way nekirdaye ebûyn qerzarî çwartayî
sedî wek to lejêr qerza temaşa piştî çomawe
be ḧemdîlla necatman bû le bołey mîlletî ladê
ewî êsta mela eyxiwa leladê ’eynî jehrawe
beratî eşrefî ladê ke sałî dwanze pencayî
eme sałêk û sê mange ke êsta dwanî her mawe
melay bê kesb û kar awa îdarey çon ebê te’mîn
eger bêt û qubûłî ka, mela şêt û xiłafawe
meger her zeřřeye ẍîret le diłya qet nebê mewcûd
we’îlla bar eka eřwa ke erzî xwayî nebřawe
mela ger her qubûłî ka netîce xwa qubûł naka
le cêyê tir eda řizqî xo xwa małî nesûtawe