wîsałî to le gemawî emîn be taze naygeytê

Li pirtûka:
Dîwanî Wîsaɫî
Berhema:
Wîsaɫî (1902-1973)
 1 Xulek  293 Dîtin
wîsałîNasnava edebî to le gemawî emîn be taze naygeytê
îtir bêsûde têkuşîn xeyałatit hemû xawe
řefîqan çunke aza bûn hemû dyarî xoyan řêkxist
be twêşûy çakewe řoyîn, be dyarî çak û řazawe
demêke geywine menził le ẍussey řêga řahî bûn
le cennet wa be diłşadî eken seyranî serçawe
kesê ger řêy leber bê, lazme bo řê û le bo mewlaş
ke twêşûy xoy berê û biřwa belay fermanî mewlawe
wîsałîNasnava edebî quřbeser çî ka? bebê twêşû, be bê dyarî
be řût û qût û mexcûlî ewa ḧeyran û damawe
meger pêxawis û serqutîn biçê bo xizmetî ceddî
lewê her xak beserda ka be meḧcûbî heta mawe
wîsałîNasnava edebî wêł û sergerdan, bebê hemdim eka efẍan
řefîq řoyîn be řûsûrî ewîş řûřeş becê mawe